
Li bajarê Kerkûkê dengê du teqînên bihêz hatine bihîstin. Li gorî zanyarîyên destpêkê, du mûşek li nêzîkî firokxaneya serbazî û li navenda bajêr ketine xwarê.
Peyamnêrê K24 ê li Kerkûkê da zanîn, derengê şeva borî dengê du teqînên bihêz li derdora firokxaneya serbazî ya Kerkûkê hatine bihîstin.
Li gorî agahîyên peyamnêrê K24 li Kerkûkê, teqîn derdora seheta 23:20 deqeyî dema herêmî hatine bihîstin. Yek ji mûşekan li firokxaneya serbazî û ya din jî li taxa Ûrûbayê ketîye.
Heta niha derbarê zîyanên canî û madî de tu agahî nehatine belavkirin.
Hatîye zanîn ku hêzên ewlehîyê mûşek ji cîhê bûyerê rakirine, da ku derbarê çavkanîya wê de lêkolînê bikin.







