H’emû nûçeSereke
Li Ermenîstanê ji bo karên qeydkirî rêkordeke dîrokî hatîye tomarkirin: serokwezîr

Meha hezîranê li Ermenîstanê rêkordeke nû ya dîrokî ya karên qeydkîrî hatîye tomarkirin 796 473 cîhên xebatê. Li gorî “Armenpress” ê, derqeqa wê yekêda serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan nivîsar li ser rûpela xwe ya Facebook ê da ragîhandîye.
Serokwezîr destnîşan kirîye ku îndêksa çalakîya aborî ya welêt 8,6 selefe.
Komîtêya îstatîstîkê ya Komara Ermenîstanê ragîhandîye ku di nîvê salêye yekem de, îndêksa çalakîya aborî li Ermenîstanê ji daneyên salekê berê 6,3 selefî zêdetir e.
Meha hezîranê ji meha berê bi 8,8 selefî zêdetir bûye û li gorî hezîrana sala 2024 a bi 8,6 selefî zêde bûye.







