H’emû nûçeSereke

Ermenistan û Çînê daxuyanîyek hevbeş weşandine: xalên tê de çi ne?

Komara Ermenîstanê û Komara Çînistanê daxuyanîyeke hevbeş pejirandine, ku tê de ew li hev kirin ku hevkarîyek stratêjîk ava bikin, û bi prînsîpên bingehîn yên têkilîyên dualî ve girêdayî bimînin, ku bi wekhevî, rêzgirtin û bawerîya dualî, û her weha hevkarîya sûdmend ya dualî têne xuyan kirin.

Dîyaloga sîyasî

• Alî bi prînsîpên rêzgirtina hevbeş ji bo serwêrî û yekparçeya axê, neêrîşkarbûn, destwerdan nekirin di kar û barên navxweyî de, wekhevî û sûdwergirtina hevbeş, û her weha hevjîyana aşîtîyane têne rêvebirin.

• Alî li gorî taybetmendîyên xwe yên neteweyî û biryardana serbixwe li ser mijarên polîtîkayê yên di derbarê têkilîyên dualî de rêzê li rêyên pêşveçyîûnê yên ku hevdu hilbijartine digirin.

• Alî wek hevaltîyên pêbawar ji bo hev tevdigerin, xwe ji kiryarên ku zirarê didin serwêrî, ewlehî û berjewendîyên pêşkeftinê yên alîyê din, yan jî ji her kiryareke ku bawerîya hevbeş di navbera her du welatan de û dostanîya di navbera gelan de binpê dike, dûr dixin.

• Alîyê ermenî helwesta xwe ya piştgirîya prînsîpa “Çînistanek” ji nû ve piştrast dike, qebûl dike ku li cîhanê tenê Çînistanek heye, û Taywan beşek yekpare ya axa Çînistanê ye, û hukumeta Komara  Çînistanê tekane hukumeta rewa ye ku tevahîya Çînistanê teslîm dike bi tundî li dijî her şêweyek “serxwebûna Taywanê” derdikeve û piştgirîyê dide hewldanên Çînistanê yên ji bo yekbûna neteweyî.

• Alîyê çînî piştgirîya xwe ya tund ji bo serxwebûna sîyasî, serwêrî, yekparçeya axê û neguherîna sînorên Komara Ermenîstanê ji nû ve tekez dike.

• Çînistan piştgirîya ajandaya aşîtîyê ya ji alîyê Ermenîstanê ve hatîye pêşniyarkirin dike û pêşwazîya destpêşxeriya “Xaçerêya aşîtîyê” dike.

• Alî bi hev re li dijî gavên ku herêmê bêîstîqirar dikin û alozîyên nû derdixin pêş in.

• Alî amadebûna xwe ji bo hewîkirina dîyaloga sîyasî ya asta bilind, bi rêkûpêk şêwirmendîyên sîyasî di navbera wezîretên karên  der yên her du welatan de, û her weha berfirehkirina ragîhandinê di navbera rayedarên navendî û herêmî, û her weha partîyan de, bi armanca danûstandina ezmûnan û hewîkirina hevkarîyê nîşan didin.

• Alîî girîngîyeke mezin didin hevkarîya zêdetir di navbera dezgehên qanûndanînê yên her du welatan de û girîngîya dîplomasîya parlamanî di pêşvebirina dîyaloga sîyasî ya dualî de tekez dikin.

• Alî amade ne ku hevkarî û danûstandinên di warên qanûnî û dadwerî de li ser bingeha wekhevî, sûdwergirtina hevbeş û rêzgirtinê hewîn bikin.

• Alî amadebûna xwe ya ji bo têkoşîna li dijî têrorîzmê, cudaxwazîyê, tundrewî, sûcên sîber û sûcên din yên navneteweyî nîşan didin.

• Alî wê hevkarîya navherêmî berfireh bikin.

• Alî wê bingehên sîyasî û peymanî-qanûnî dewlemend bikin da ku hevkarîyê di warên cûre-cûre de kûrtir bikin.

Aborî, bazirganî, veberhênan û geştîyarî

• Alî amadebûna xwe ji bo zêdekirina bazirganîya dualî, di nav de pêşvebirina hinardekirina berhemên ermenî û ketina wan bo bazara Çînistanê, û her weha kişandina veberhênanên ji hevaltîytên çînî li Ermenîstanê, nîşan didin.

• Ermenîstan beşdarbûna hevaltîytên çînî di projeyên binesazîyê yên li Ermenîstanê têne pêkanîn  pêşwazî dike.

• ​​Alî amadebûna xwe dîyar dikin ku danûstandin û hevkarîyê hewîn bikin da ku potênsîyala bazirganî û veberhênanê di warên wek binesazîyê, têknolojîya agahdarîyê, çavkanîyên ênêrjîya nûjen, çandinî, pîşesazî  de berfireh bikin.

• Alî amadebûna xwe ya ji bo zêdekirina veberhênanên hevbeş nîşan didin da ku hevkarîyê di warên wek pîşesazî, têknolojîyên agahdarî û têlêkomûnîkasyonê, çandinî, ênêrjî  de hewîn bikin, da ku hevkarîya bi kalîte bilind pêşve bibin.

• Alî amadebûna xwe ji bo nîqaşkirina başkirina çarçoveya peymanî-yasayî ya têkildarî qada bazirganî û aborî dîyar dikin û bi awayekî çalak li ser îhtîmala efirandina mêxanîzmayeke sazîyî ji bo lîbêralîzasîyakirin û hêsankirina prosêdûrên bazirganî û veberhênanê lêkolîn dikin.

• Alî amadebûna xwe ji bo kûrkirina hevkarîyê di warê pêşkeftinê de û pêşxistina derfetên ji bo pêkanîna hejmareke mezintir ji projeyên civakî yên piçûk û xweşik li Ermenîstanê nîşan didin.

• Alî amadebûna xwe ji bo kûrkirina hevkarîyê di warê tûrîstîyê de nîşan didin.

Hevkariya sêktorî

• Alî eleqeya xwe ya ji bo pêşxistina hevkarîya sûdmend ya hevbeş di warên danûstandinên zanist û têknolojîyê, perwerde û hînkirina zimanan de nîşan didin.

• Alîî wê li ser kûrkirina hevkarîyê di warên wekî perwerdehîya dîjîtal û perwerdehîya pîşeyî de nîqaş bikin.

• Alîî di pêvajoya wergerandin û weşandina berhemên klasîk de bi awayekî çalak piştgirîyê didin hev.

• Alî amadebûna xwe ji bo pêşvebirina çalek ya danûstandinan di navbera sazîyên zanistî û lêkolînê de, kûrkirina hevkarîya sûdmend ya hevbeş di warê zanistî û têknolojîyê de, pêşvebirina sepandina destkeftîyên zanistî û têknîkî, û mîsogerkirina pêşketinên nû di hevkarîya xwe ya zanistî û têknolojîk de dîyar dikin.

• Alî amadebûna xwe ji bo pêşvebirina avakirina navendên înkûbasyonê, parkên zanistî û têknolojîyê, navendên nûjenîyê û navendên lêkolînê yên hevbeş dîyar dikin, û projeyên “Bajarê înjênêrîyê” û “Bajarê akademîk” yên Ermenîstanê wek platformeke gengaz ji bo hevkarîyê dihesibînin.

• Alî li hev dikin ku hevkarîya di warê çandê de berfireh bikin, hewldanên çalak bidin da ku rojên çandê û bûyerên din li ser bingehek dualî organîze bikin.

• Alî amadebûna xwe ya ji bo hevkarîyê di parastina nirxên çandî û parastina mîrata çandî de, û her weha kûrkirina hevkarîyê di çarçoveya forûma şaristanîyên Kevinar de nîşan didin.

• Alî amadebûna xwe ya kûrkirina hevkariyê di warên tenduristî, kar, ewlehiya civakî, werzîş û ciwanan de, û xurtkirina danûstandinan di warên sînema, medyayê û navendên pisporan de nîşan didin.

Hevkarîya cîhanî û navneteweyî

• Alî pabend dimînin ku pergala navneteweyî ya li ser bingeha Netewên Yekbûyî, rêziknameya hiqûqî ya li ser bingeha hiqûqa navneteweyî û normên bingehîn yên têkilîyan yên ku ji armanc û prînsîpên peymana Netewên Yekbûyî derdikevin biparêzin.

• Alî amade ne ku di çarçoveya Netewên Yekbûyî de hevkarîya xwe xurt bikin, di karûbarên navneteweyî û herêmî de piştgirîyê bidin hev da ku roleke mezintir bilîzin, hêzên xwe bikin yek da ku beşdarî avakirina cîhaneke pirqutbî ya li ser bingeha wekhevî û rêkûpêkîyê û globalîzasyona aborî ya sûdmend û berfireh bibin, û her weha bi hev re avakirina cûreyekî nû yê têkilîyên navneteweyî û civateke mirovan bi pêşerojeke hevpar pêşve bibin.

• Alî amade ne ku hevkarîya navneteweyî ya bi bandor pêşve bibin da ku mafê pêşketinê pêk bînin û astengîyên li pêşîya pêşketinê ji holê rakin.

• Alîyê ermenî înîsîyatîva pêşkeftina cîhanî, înîsîyatîva ewlekarîya cîhanî û înîsîyatîva şaristanîya cîhanî ku ji hêla alîyê Çînistanê ve hatine  raber kirin, bi taybetî alîyên wek rêzgirtina ji bo serwêrî û yekparçeya axa hemî welatan, parastina armanc û prînsîpên peymana Neteweyên Yekbûyî û çareserkirina aştîyane ya hemî nakokîyan bi rêya dîyalogê, pêşwazî dike.

• Alî amadebûna xwe ji bo lezandina pêkanîna “Ajendaya 2030 yî ya tewên Yekbûyî ji bo pêşkeftina domdar” nîşan didin, bi hev re ewlehî û aramîya navneteweyî û herêmî biparêzin, û danûstandin û fêrbûna hevbeş di navbera şaristanîyan de pêş bixin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button