H’emû nûçeSereke

Derfetên veberhênanê yên Ermenîstanê li Parîzê hatine raberkirin

Sifaretxaneya Ermenîstanêye li Fransîyayê, bi hevkarîya forûma frankofonîyê ya têkilîyên karsazîyê, li sifaretxaneyê “Civîna aborî ya Ermenîstan-Fransîyayê” li dar xistîye.

Zêdetirî sê deh nûnerên der-dorên aborî û karsazîyê yên fransî û her weha rayedarên wezîreta Avropayê û kar û barên Fransîyayêye karên der beşdarî çalakîyê bûne.

Bi axaftina vekirinêva seroka forûma frankofonîyê ya têkilîyên karsazîyê û seroka lijneya rêvebir ya banka fransîye “BRED Banque Populaire” ê Stêv Jantlîn pêşda hatîye.

Piştra, balyozê Ermenîstanêyî li Fransîyayê Arman Xaçatryan raporek  raber kirîye û rewşa jêopolîtîk û aborî ya Ermenîstanê  raber kirîye. Balyoz behsa daxuyanîya hevbeş ya ku  8 ê tebaxê  li Waşîngtonê hatîye îmzekirin kirîye, ku avakirina aşîtîyê li herêmê nîşan dide.

Ewî tekez kirîye ku vekirina tevahî ya kanalên veguhastinê, rêzgirtina li prînsîpên navdar yên hiqûqa navneteweyî, pêkanîna destpêşxerîya “Xaçerêya aşîtîyê” û projeya TRIPP wê ji bo mezinbûna aborî û îstîqirarê teşwîqek be.

Ewî li ser nîşaneyên makroaborî û meylên pêşketinê yên Ermenîstanê, rêgehên pêşeng yên aborîya Ermenîstanê û şert û mercên guncaw ji bo veberhênanê li Ermenîstanê axivîye. Arman Xaçatryan li ser hevkarîya aborî ya Ermenîstan-Fransîyayê, bi taybetî, bernameyên hevbeş yên girîngîya stratêjîk, çalakîyên hevaltîyên bi sermayeya fransî yên ku li Ermenîstanê dixebitin, danûstandina bazirganîyê ya di navbera her du welatan de, û her weha derfetên berfirehkirina hevkarîyê axivîye.

Di çarçoveya rêxistina navneteweyî ya frankofonîyê de, ewî bal kişandîye ser lidarxistina lîstikên frankofonîyê yên ku sala 2027 a de ji bo Ermenîstanê têne plankirin, û her weha behsa hevkarîya bi bandor bi rêxistinê re û têkilîyên aborî bi welatên endam re kirîye.

Şêwirmenda aborî û darayî Nêllî Sarkîsîyan û nûnerê “Ardşînbank” ê ye li Fransîyayê Gêorgî Harûtyûnyan jî axivîne. Di dawîya civînê de, beşdaran pirs ji axaftvanan kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button