Armên Grîgoryan: heger axa Tirkîyayê bê bikaranîn, rêya bazirganîyê ya di navbera Ermenîstanê û Avropayê de wê bê kurtkirin

Sêkrêtarê konsêya Ermenîstanêye ewlehîyê Armên Grîgoryan beşdarî konferansa “Xaçerêya aşîtîyê” bûye ku ji hêla rêxistina şêwirmendîya sîyasî ya navneteweyî “Rasmûssên Global” ê li Bryûsêlê hatîye organîzekirin û axivîye.
Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda nivîsgeha konsêya Ermenîstanêye ewlehîyê ragîhandîye û nivîsra tevahî ya axaftina Armên Grigoryan raber kirîye:
“Hevkarên hêja, xanim û birêz, ji bo min şerefeke mezin e ku ez bi vê guhdarvanîya birêz re, ku ji bo niqaşkirina derfetên heyî yên ji bo aşîtî, serfirazî û girêdanê li Başûrê Kafkasîyayê, ku projeya “Xaçerêya aşîtîyê” dikare rê li ber wan veke, civîyane, biaxivim. Berî her tiştî, ez dixwazim spasîya xwe ji hemî beşdaran re bikim, ku ji bo wan dîyaloga li ser aşîtî, aramî û ewlehîyê li Başûrê Kafkasîyayê û derveyî wê girîng e”.
8 ê tebaxa sala 2025 a, danezana hevbeş ya serokwezîrê Ermenîstanê, serokkomarê Adirbêcanê û serokkomarê Dewletên Yekbûyî hate îmzekirin. Vê bûyera girîng bingeha aşîtî û geşepêdanê li Başûrê Kafkasîyayê danî, û pêşveçûneke dîyarker ber bi rakirina dorpêça herêmê ve nîşan daye.
Dixwazim tekez bikim ku “Rêya Tramp bo aşîtî û serfirazîya navneteweyî” (TRIPP) jî pêkhateyeke girîng e, li gorî mêmorandûma têgihîştinê ya li ser hevkarîya avakirina kapasîteyên di navbera Dewletên Yekbûyî û Ermenîstanê de hatîye îmzekirin. Armanca projeyayê ew e ku mirovan bîne cem hev, û her weha bazirganî û nûjenîyê pêşve bibe.
Ermenîstan amade ye ku bi pabendbûn û şefafîyetê li ser vê rêyê berdewam bike. Em projeya “Xaçerêya aşîtîyê” ne tenê wek projeyek veguhastinê, lê di heman demê de wek daxuyanîyeke sîyasî jî dibînin ku dîyalog dixebite, hevkarî mimkûn e, û ewlehîya herêmî dikare bi rêya serfirazîya hevpar bê avakirin. Lê belê, ev pêvajo beşdarîya her kesî hewce dike: hevkarên me yên avropî, hevkarên me yên li Amêrîkaya Bakûr û Başûr, û her weha cînarên me yên li Kafkasya Başûr, Asyaya Navîn û herêma berfirehtir.
Ez spasîya xwe ji bo vê derfeta beşdarbûnê ya vê konfêransê dîyar dikim da ku vîzyona Ermenîstanê ya ji bo aşîtî, serfirazî û îstîqirarê raber bikim, ku dikare ji bo welatên me û tevahîya herêmê sûdmend be.







