H’emû nûçeSereke

Îhtîmala organîzasîyakirina geştên raste-rast di navbera Ermenîstanê û Hindistanê de hatine nîqaşkirin

Wezîrê Ermenîstanêyî aborîyê Gêvorg Papoyan  li bajarê Vîşakapatnamê bi wezîrê Hindistanêyî bazirganîyê û pîşesazîyê Pîyûşre civîyaye.

Wextê rasthatinê balyozê Komara Ermenîstanêyî li Komara Hindistanê Vahagin Afyan jî hazir bûye.

Îmkanên berfirehkirina têkilîyên aborî û zêdekirina danûstandina bazirganîyê di navbera Ermenîstanê û Hindistanê de hatin nîqaşkirin. Di nav warên hevkarîya dualî de, sêktora kevirên hêja û zêrfiroşîyê bi taybetî girîng bûye.

Di vê çarçoveyê de, Gêvorg Papoyan ji hevpîşeyê xwe re hawîrdora karsazîyê ya aram ya li Ermenîstanê hatîye efirandin, îmtîyazên bacê, şert û mercên bazirganîyê yên reqabetê, û avantajên gumrikê yên ku Ermenîstanê ji bo hilberandin û hinardekirina zêrên hêja balkêş dikin, raber kirîye.

Her wiha li ser sêktorên dermansazî, ênêrjîya nûjenkirî û geştîyarîyê jî nîqaş hatin kirin, bi taybetî jî îhtîmala organîzasîyakirina geştên raste-rast hatine nîqaşkirin.

Di civînê de, Gêvorg Papoyan pêşnîyar kirîye ku ji bo bicihanîna derfetên heyî yên hevkarîyê li ser bingehek pratîkî, di navbera Ermenîstanê, Hindistanê û GJEPC ê, konseya pêşvebirina îxracata zêrfiroşîyê ya Hindistanê de, komeke xebatê ya hevbeş bê avakirin.

Wezîr her wiha destpêşxerîya “Xaçerêya aşîtîyê” raber kirîye û tekez kirîye ku ew dikare bibe korîdoreke nû ya Hindistanê-Rûsyayê-Avropayê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button