H’emû nûçeSereke

Ermenîstan wek endama komîtêya mîrata cîhanê ya UNESCO ê hatîye  hilbijartin

24 ê mijdarê, civata giştî ya dewletên teref yên peymana parastina mîrata çandî û xwezayî ya cîhanêye 25 emîn, ku li navenda UNESCO ê ya li Parîzê pêk hatîye, Ermenîstan cara yekem wek endama komîteya mîrateya cîhanê hatîye hilbijartin.

Di gera hilbijartinên kursîyên vala de, Ermenîstanê encama herî baş tomar kirîye, ji 161 dengan 105 deng wergirtîye, ku ev yek bawerîya bilind ya civaka navneteweyî bi Ermenîstanê di warê parastina mîrata çandî de nîşan dide.

Bi endametîya xwe di komîteya mîrata cîhanê de, Ermenîstanê pabendbûna xwe ya ji bo pêşxistina hewildanên navneteweyî yên ji bo parastin û sererastkirina mîrata çandî û xwezayî, û her weha pêşxistina prînsîpên bingehîn yên peymana mîrata cîhanê ji nû ve piştrast kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button