
Li rojhilatê Dêrezorê 250 fermandar û şervanên Hêzên Sûrya Demokratîk (HSD) piştî bidawîbûna perwerdeya xwe ya li akadêmîya leşkerî ya Dilgeş Efrînê bi merasîmeke biheybet der çûn.
Fermandar û şervanên ku perwerdeya xwe temam kirine, di merasîmê de torana leşkerî pêşkêş kirine.
“Erkê me parastina welat e”
Endamê Fermandarîya HSD ê Lûqman Xelîl di merasîmê de axivîye û gotîye:
“Erkê me yê bingehîn parastina welat, yekîtîya axa welat û pêkvejîyanê ye.
Hêzên Sûrya dêmokratîk ji bo rûbirûbûna her gef, êrîş û metirsîya li gel û navçeyên xwe amade ne”.
Beşdarîya Yekîneyên Parastina Jinê
Di merasîmê de fermandarên meclîsa leşkerî ya Dêrezorê û malbatên şervanan amade bûne.
Her wiha Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) jî bi awayekî çalak beşdarî perwerde û merasîmê bûne.
Şervaneke Yekîneyên Parastina Jinê gotîye: “Em niha ji bo her êrîşa li Bakûr û Rojhilatê Sûryayê amade ne”.
Şervanekî HSD ê jî anîye ziman: “Me rahênanên pêwîst wergirtin da ku ji bo parastina civaka xwe erkê xwe bi cîh bînin”.
Fermandarên HSD ê didin zanîn, zêdebûna dewreyên perwerdeyê yên vê dawîyê nîşaneya wê yekê ye ku Hêzên Sûrya Dêmokratîk bi piştevanîya hemû pêkhateyên herêmê li ser xurtkirina rola xwe ya rêxistinî û leşkerî rijd e da ku destkeftîyan biparêze û aramîyê dabîn bike.







