H’emû nûçeSereke

Serok Barzanî û kurdê yekem yê ku xelata Pûşkîn wergirtîye civîyane

Serok Mesûd Barzanî civaknas û zanayê naskirî yê kurd profêsor Reşad Mîran pêşwazî kirîye.

Serok Barzanî ji ber wergirtina “Xelata Pûşkîn” pîrozbahî li profêsor Reşad Mîran kirîye.

Li gorî daxuyanîya baregeha Barzanî, di hevdîtinê de serok Barzanî hewldanên zanistî û akadêmîk yên Mîran bilind nirxandin.

Pirtûkên xwe dîyarî kirin

Reşad Mîran spasîya serok Barzanî kirîye û kar û xebatên xwe yên zanistî şirove kirine.

Her wiha ewî çend pirtûkên xwe yên nû wekî dîyarî pêşkêşî serok Barzanî kirine.

Pûtîn xelat dabû

Serok Barzanî destxweşî li Reşad Mîran kirîye ku ev xelat bi dest xistîye.

Hêjayî gotinê ye ku ev xelat meha borî li bajarê Moskvayê ji alîyê serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ve ji wî re hatibû dayîn.

Kurdê yekem e

Ev xelat ji sala 1999 a bi navê helbestvanê mezin yê rûs Alêksandr Pûşkîn tê dayîn.

Profêsor Reşad Mîran bûye yekem kurdê ku ev xelat wergirtîye û di merasîmê de ji Pûtîn xwestibû ku zêdetir alîkarîya kurdan bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button