
Beşa bernameyên bîyanî ya radyoya Ermenîstanêye civakî, bi piştgiriya fonda “Konrad Adênaûêr” ê, fîlmeke li ser netewên kêmjimar ku li Ermenîstanê dijîn, çêkirîye.Ew behsa destkeftin û zehmetîyên xwe dikin. Fîlm bi taybetî balê dikişîne ser mijara întêgrasîyona Avropayê. Netewên Ermenîstanêye kêmjimar piştgirîyê didin pêvajoya întêgrasîyona avropî,wê wek derfetek ji bo pêşkeftina aborî, berfirehkirina mafan, başkirina kalîteya jîyanê û ewlehîya mezintir dibînin. Ew helwesta erênî ya giştî ya civaka Ermenîstanê ya li hember Yekîtîya Avropayê parve dikin, ku bi bawerîya bi Yekîtîya Avropayê û piştgirîya ji bo rêforman tê dîyar kirin.







