Serokkomarê Ermenîstanê li Davosê bi serokkomarên Adirbêcanê û Sêrbîyayê re beşdarî forûma panêlê bûye

Serokkomar Vahagin Xaçatûryan di çarçoveya forûma aborî ya cîhanê ya li Davosê bi serokkomarê Adirbêcanê Îlham Aîyêv, serokkomarê Sêrbîyayê Alêksandr Vûçîç û nûnera Tirkîyayê û hevaltîya Lîmakê Êbrû Ozdêmîrê re beşdarî panela “Pênasekirina nasnameya aborî ya Avrasyayê” bûye.
Li gorî raîhandina “Armenpress”ê, karmendê serokê Ermenîstanê derbarê vê yekê de daxuyanîyek belav kirîye.
Axaftina xwe de serokkomar bal kişandîye ser rola girîng ya avakirina aşîtî û aramîyê li herêmê di warê pêşkeftina aborî ya welatên Başûrê Kafkasîyayê û her weha mîsogerkirina ragîhandina normal ya di navbera Rojhilat û Rojavafê de û hevkarîya aborî ya azad. Hatîye tekez kirin ku Başûrê Kafkasîyayê dikare bibe navendeke girîng di navbera Avropayê û Asyayê de û derfetên piralî ji bo pêşkeftina aborî biefirîne.







