SerekeSîyasî

Rojava hewl dide ku li dora Îranê teng bike: dibe ku serokatîya welêt wek rêxistineke têrorîst  bê nas kirin

Li Rojhilata Navîn, bi taybetî li dora Îranê, rageşî zêde dibe. Çapemenîya navneteweyî bi rêkûpêk li ser îhtîmala êrîşên hewayî yên amêrîkî li ser Îranê nîqaş dike. Lê belê, her wiha tê destnîşankirin ku Donald Tramp hîn biryareke dawî li ser kiryarên din nedaye, her çend ew vebijarka karanîna hêzê red nake.

Raport hene ku Waşîngtonê ji bo danûstandinan şert danîne pêşîya Têhranê. Bi taybetî, daxwaz kirîye ku Îran mezîla mûşekên xwe yên balîstîk sînordar bike. Lê belê, Têhranê ev daxwaz red kirîye, lê amade ye ku tenê bernameya xwe ya  atomî nîqaş bike.

Çavkanîyên «Reuters » ê radigihînin ku serokê Amêrîkayê Donald Tramp ji bo provokekirina xwepêşandanên nû li ser Îranê difikire. «Bloomberg» her wiha dinivîse ku Waşîngton vebijarkên zextê li ser Têhranê dinirxîne, di nav de êrîşên li dijî hêzên ewlehîyê yên Îranê, rêveberîya leşkerî û tesîsên stratêjîk. Li gorî rojnameyê, armanc lawazkirina rêjîma Îranê û piştgirîkirina tevgera xwepêşandanan e.

Serokê Amêrîkayê Donald Tramp li ser platforma Truth Social ê nivîsîye ku hêza deryayî ya Amêrîkayê li Rojhilata Navîn ji alîyê keştîya balafirhilgir “Abraham Lînkoln” ve tê birêvebirin.

“Fîloyeke mezin nêzîkî peravên Îranê dibe. Bi lez û bez û hêzeke mezin diçe. Wekî di rewşa Vênesûêlayê de, di vê rewşê de jî amade ye ku bi lez û bez û ger pêwîst be, bi karanîna hêzê mîsyona xwe pêk bîne”.

Wezîrê Îranêyî karên der  Abas Araxçî li ser rûpela xwe ya X ê nivîsîye û gotîye ku hêzên çekdar yên Îranê  amade ne ku bersiva her êrîşekê bidin.

“Dersên hêja yên ji şerê 12 rojan hatine wergirtin, rê dan me ku em bi hêztir, zûtir û kûrtir bersiv bidin. Lê belê, Îran her gav alîgirê peymanek navokî ya dadperwer bûye, bêyî zor û gefan. Mafê Îranê heye ku xwedîyê têknolojîyên navokî yên aştîyane be, lê nebûna çekên navokî garantî dike”.

“Dema ku Tramp yan kesekî din gefê li rêberê bilind yê Îranê Ayatullah Elî Xamênêyî dixwe, ew gefê li mîlyonan, na, bi deh mîlyonan û heta bêtir kesan dixwe, ji ber ku ew gefê li rêberê wan dixwe. Û ev tiştek e ku em nikarin li ser bêdeng bimînin, ev berpirsîyarîya me ya kolêktîv e. Em pabend in ku hemî tedbîr û amadekarîyên pêwîst bigirin da ku bi vê gefê re rû bi rû bimînin”.

Di heman demê de, wezîrêDewletên Yekbûyîyî karên der Marko Rûbîo dîyar kirîye ku hukumeta Îranê qet wekî îro qels nebûye. Ew bawer dike ku aborîya welêt li ber hilweşînê ye.

Çapemenîya navneteweyî, dema ku gefên hevbeş yên di navbera Amêrîkayê û Îranê de analîz dike, dinivîse ku hevalbendên Waşîngtonê li Rojhilata Navîn ji pêşketinên nexwestî yên muhtemel nîgeran in, ji ber ku êrîşek li ser Îranê dikare herêmê bixe nav şerekî mezin.

Têhran, di bersiva gefên amêrîkî de, radigihîne ku ew ê li baregehên leşkerî yên amêrîkî li Rojhilata Navîn bixe. Ev daxuyanî li Qeterê, Yekîtîya Mîrtîyên Ereba nîgeranîyeke cidî çêkirîye.

Di van şert û mercan de, wezîra Yexkîtîya Avropayê karên der  Kaya Kallasê radigihîne ku ew dixwazin şoreşa Îslamî ya Îranê bixin lîsteya rêxistinên têrorîstî. Ev tê vê wateyê ku rêveberîya niha ya Îranê jî dikare wekî  «Al Qaîd»  û «HAMAS»  wek têrorîst bê hesibandin.

Serokkomarê Tirkîyayê Êrdogan biryar daye ku destwerdanê di mijara sivikkirina rageşîyê de bike. Ew pêşnîyar dike ku li ser mijara Îranê civîneke sêalî bê lidarxistin. Ewî ev pêşnîyar  raberî serokê Amêrîkayê Tramp kirîye. Wezîrê  Îranêyî karên der Abas Araxçî wê di rojên pêş de serdana Tirkîyayê bike, ku di vê serdanê de ev mijar wê muhtemelen bê niqaşkirin. Bi awayê, baregehên leşkerî yên Amêrîkayê jî li Tirkîyayê hene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button