H’emû nûçeSereke

Komîsarê kar û barên navxweyî û koçbêrîyê yê Yekîtîya Avropayê wê bê  Ermenîstanê

Wezîra Ermenîstanêye  karên navxweyî Arpînê Sargsyanê pêşwaziya şanda bi serokatîya serokê dêlêgasîya Yekîtîya Avropayêye li Ermenîstanê, balyoz Vasîlîs Maragos kirîye.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, daxuyanîya ku ji hêla wezîreta karên navxweyî ya Komara Ermenîstanê ve hatîye weşandin tê kivşê ku Arpîne Sargsyanê hevkarîya nêzîk bi Yekîtîya Avropayê re pir nirxandiye, girîngîya pêkanîna bernameyên hevbeş û encamên ku di warên taybetî de hatine bidestxistin tekez kiriye.

Wezîr xebata ku ji hêla Ermenîstanê ve ji bo serbestberdana vîzayê hatîye kirin raber kirîye û pabendbûna xwe ya ji bo berdewamîya gavên destnîşankirî ji nû ve piştrast kirîye.

Wezîr Sargsyanê behsa hevkarîya bi sazîyên Yekîtîya Avropyê yên wek Frontêks û Yêvropolê re kirîye û girîngiya tayînkirina efserê têkilîyê ji alîyê Ermenîstanê ve ji bo Yêvropolê destnîşan kirîye.

 Balyoz Maragos ji bo hevkarîya bi bandor spas kirîye û bal kişandîye ser encamên berbiçev yên ku bi hev re hatine tomar kirin.

Tedbîrên ji bo têkoşîna li dijî bazirganîya madeyên hişber û derfetên berfirehkirina hevkariyê hatin nîqaşkirin.

Civînê de, hûrgilîyên serdana komîsarê kar û barên navxweyî û ûoçberîyê yê Yekîtîya Avropayê Magnus Brunnêr bo Ermenîstanê jî hatine nîqaşkirin, ku wê bibe destpêka qonaxeke nû ya hevkarîyê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button