
Wezîrê Îranêyî karên der di peywendîyeke têlêfonî bi serokê Herêma Kurdistanê re peyamek li ser êrîşên Amêrîkayê û Îsrayêlê gihandîye serokê Herêma Kurdistanê jî hevxemîya xwe ji bo kuştina rêberê bilind yê Îranê anîye ziman û her du alîyan tekezî li ser pêkanîna peymana ewlehîyê kirîye.Wezîreta Îranêye karên der 4 ê adarê ragihandîye ku, serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di wê peywendiîê de, ji ber kuştina rêberê bilind yê Komara Îranêye Îslamî Elî Xamênêyî û hejmareke rêber û welatîyên Îranê di encama êrîşên Amêrîkayê û Îsrayêlê de, sersaxî ji Îranê re xwestîye.
Serokê Herêma Kurdistanê tekezî li ser xwesteka Herêma Kurdistanê ji bo parastin û pêşxistina têkilîyên dostane bi Komara Îranêye Îslamî re kirîye.
Wezîrê Îranêyî karên der Abas Araxçî jî spasîya serokê Herêma Kurdistanê kirîye û ragîhandîye ku ew êrîş di demekê de hatine kirin ku danûstandin ji bo cara duyê di neh mehên borî de berdewam bûne, ev jî wekî delîlê şerxwazî û nerastgoyîya Amêrîkayê di dosyeya atomî de wesf kirîye.
Abas Araxçî herwesa haydarî daye ku ev êrîşa leşkerî wê bibe sedema nemana tenahîyê li tevahiya deverê dê encamên cîhanî hebin.
Pareke din ya wê peywendîyê girêdayî mijarên ewlehîyê bûye. Her du alîyan tekezî li ser qewînkirina hevkarîyan di çarçoveya peymannameya ewlehiyê ya di navbera Iraqê û Îranê de kirîye, ji bo parastina sînoran û pêşîgirtina li her alîyekî ji bo bikaranîna wê axê bi merema têkdana ewlehîya deverê.
Ev jî di demekê de ye ku, Îsrayêl û Amêrîkayê li serê sibeha roja şemiyê, 28 ê sibata sala 2026 a, bi hev re êrîşî Îranê kirine û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirine û di encamê de rêberê bilind yê Komara Îranêye Îslamî Elî Xamênêyî û gelek serkirdeyên bilind yên Îranê hatine kuştin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsrayêlê û cih û bingehên Amêrîkayê li çend welatên deverê kirine û heta niha jî êrîşên her du alîyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftîye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji alîyê sîstema berevanîya esmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.







