
Wezîrê pêşmerga Şoreş Îsmaîl ragîhandîye, Herêma Kurdistanê û hêzên pêşmerga ne beşek ji şerê navçeyê ne û bang li hukumeta Îraqê kirîye ku mîna bajarên din yên Îraqê, berevanîyê li Kurdistanê jî bike.
Wezîrê pêşmerga Şoreş Îsmaîl 29 ê adarê di daxuyanîyeke rojnamevanî de bal kişandîye ser rewşa aloz ya navçeyê û êrîşên li ser Herêma Kurdistanê û dîyar kirîye, şehîdbûna pêşmerga ne tenê xema malbatekê ye, lê belê xema hemû gelê Kurdistanê û her kurdekî li cîhanê ye.
Wezîrê pêşmerga tekez kirîye, serkirdayetîya sîyasî û hukumeta Herêma Kurdistanê bi rêya hemû kanalan peyama xwe gîhandine ku Kurdistan û hêzên pêşmerga ne beşek ji vî şerî ne û naxwazin bibin beşek ji tu alozîyên leşkerî. Herwiha hêvî kirîye ku Herêma Kurdistanê ji şer, alozî û pîlanên xerab dûr bimîne.
Şoreş Îsmaîl destnîşan kirîye, hin komên çekdar bi qest dixwazin aramîya Herêma Kurdistanê têk bibin û gotîye: “Divê hukumeta Îraqê rêkarên yasayî û tund li dijî van komên deryasayî bigire, da ku rê li ber dûbarebûna van karên têrorîstî bê girtin”.
Wezîrê pêşmerga li ser erkê parastina herêmê jî gotîye: “Me wek wezîreta pêşmerga gavên pêwîst avêtîne, lê belê erkê yekem yê berevanîya li Herêma Kurdistanê, li ser milê hukumeta Îraqê ye. Divê Bexda mîna ku bajarên din yên Îraqê diparêze, bi heman awayî berevanîyê li Herêma Kurdistanê jî bike”.
Ev daxuyanîya wezîr piştî wê yekê tê ku di demên dawî de gelek caran bingehên pêşmerga û binesazîya Herêma Kurdistanê bi dron û mûşekan hatine armanckirin. Bi taybetî êrîşa li ser bingeheke pêşmerga li sînorê Soranê, ku bû sedema şehîdbûna 6 pêşmerga û birîndarbûna gelekên din, rastî berteka tund ya navxweyî û navdewletî hatibû.
Hukumeta Herêma Kurdistanê bi berdewamî hişyarîyê dide Bexdayê ku berpirsarîya xwe ya di parastina serwêrîya axa Îraqê û Herêma Kurdistanê de bicîh bîne û rê li ber wan komên çekdar bigire ku aramîyê dixin metirsîyê.







