Hejmara êrîşên Îranê kêm bûye, lê kalîte zêde bûye

Ne Îsrayêlê û ne jî Dewletên Yekbûyî di mehekê de negihîştine armancên xwe yên li Îranê.Derheqa wê yekêda namzetê zanistên dîrokî, analîst û lêkolînerê payebilind yê APRI Armenia ê Sêrgêy Mêlkonyan li civîna çapemenîyê ya vexwendî de dîyar kirîye.
“Çima ez hîn behsa wê dikim? Ji ber ku ji pêrspêktîva Îsrayêlê ve, ew hîn ji dema xwe derneketine. Bi gotineke din, hatibû plankirin ku şer herî kêm mehekê bidome”.
Ya duyemîn, em dibînin ku çawa hejmar bi kalîteyê ve hatîye guhertin. Ango, bertekên ji Îranê heta bi awayekî nehevseng, li hember dewletên devtenga Farisî, li hember Îsrayêlê, hejmar kêm bûye, lê kalîte zêde bûye.
“Em dibînin ka Îran çawa cûreyên nû yên mûşekan bikar tîne ku dikarin bi awayekî pir bi bandor armancên xwe bi dest bixin, heta bi derbazkirina sîstêmên parastina hewayî yên Îsrayêlê û yên hevbeş yên bi Dewletên Yekbûyî re”,-ewî destnîşan kirîye.







