
Li Hewlêrê bi dronan êrîşî dêpoyeke rûnê otomobîlan hatîye kirin û şewateke mezin heye.
Parêzgarê Hewlêrê Ûmêd Xoşnav derbarê êrîşê daxuyanî daye û daye zanîn ku di encama van êrîşan de agirekî mezin derketîye.
Ji ber zêdebûna agir, tîmên agirvemirandinê neçar mane ku ji cîhê rûdawê vekişin.
“3 diron li dêpoyê ketin”
Ûmêd Xoşnav li ser êrîşan gotîye: “Êrîşa yekem demjimêr 07:30 yî sibehê pêk hatîye.
Tîmên parastina sîvîlan ji bo kontrolkirina rewşê çûne cîhê bûyerê”.
Ûmêd Xoşnav dîyar kirîye ku dema tîm dixebitîn, demjimêr 08:40 î jî dirona duyem li heman cîhî xistîye.
Bi gotina Ûmêd Xoşnav zincîreya êrîşan nesekinî û demjimêr 10:20 î dirona sêyem jî li depoyê daye.
Parêzgarê Hewlêrê her wiha gotîye: “Bi giştî 3 diron li dêpoyê ketine. Droneke din jî berî ku bigîhêje armanca xwe, li esmanan ji alîyê hêzên ewlehîyê ve hatîye teqandin”.
“Tu tişt nemane ku neşewîtî bin”
Ûmêd Xoşnav li ser vekişîna tîmên hawarçûnê jî daxuyanî daye û gotîye:
“Ji bo parastina canê karmendên hêzên ewlehîyê û tîmên parastina sîvîlan, me xwest ew ji cîhê rûdawê dûr bikevin.
Ji ber ku cîh 3 caran hatine bombebarankirin û agir gelekî mezin bûye.
Hundirê dêpoyê de tu tişt nemane ku neşewîtî bin”.







