H’emû nûçeSereke
Mîrzoyan û Kalasê li ser îhtîmalên çareserkirina rewşa Rojhilata Navîn nêrînên xwe parve kirine

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan îro bi cîgira serokê komîsyona Avropayê û nûnera bilind ya karên der û sîyaseta ewlehîyê ya Yekîtîya Avropayê Kaya Kalasê re bi têlefonê axivîye.
Wekî ku « Armênpress » ji daxuyanîya wezîreta Ermenîstanêye karên der fêr dibe, di hevdîtinan de li ser xebata ji bo pêkanîna bi berdewamî ya rojeva stratêjîk ya hevkarîya Ermenîstan-Yekîtîya Avrorpayê nîqaş kirine.Wana li ser mijarên rojevê û destpêşxerîyên serdan û bûyerên asta bilind yên pêşerojê, ku armanc dikin bi berdewamî encamên berbiçev misoger bikin, rawestiyane.
Ararat Mîrzoyan û Kaya Kalasê li ser pêşketinên li Rojhilata Navîn û îhtimalên çareserkirina rewşê nêrînên xwe parve kirine.







