ÇandSereke

Temendirêjtirîn rojnameya kurdan: Riya Teze

Hilbet gava em behsa deverên ku kurd lê niştecih bûne bikin, em nikarin berê xwe ji Ermenîstan û Gurcistanê bidin alî. Bi taybetî kurdên ku piştî salên 1915 a ji dorhêlên Agirîyê, Qersê, Îdirê, Bedlîsê, Sasûnê, Mûşê û Wanê berê xwe dane alîyê din yê çiyayê Agirîyê ango Araratê, çemê Erezê û herêmên Yêrêvanê û Tibîlîsê bi cih û war bûne. Helbet divê bibêjim ku dema kurd derbazî wî alîyê çemê Erezê bûne, gelek êl û eşîrên kurdan li wir hebûne. Gelek caran bûme şahidê civatên kurdên Yêrêvanê, Abovyanê, Elegezê, Hoktêbêryanê û Tibîlîsê. Di wan civatan de herdem ji min re hatîye gotin ku dema bav û bapîrên wan ji Serhedê neçar mane ku koçî “wî alî” Erezê bikin, li gelek deveran kurd hebûne. Ji xwe gelekî zelal û berbiçev e ku ji demên berê ve Yêrêvan ango Rewanê mîrîtiyeke girîng ya kurdan bûye.

Dewleta kurdan ya Şedadiyan ku paytextên wê Gence, Anî û Dvîn bûne, Yêrêvan jî xistîye bin hukumê xwe. Îro Anî li vî alîyê çemê Erezê ye, Dvîn li wî alîyê çemê Erezê ye. Îro Dvîn tenê 30 kîlometir ji Yêrêvanê dûr e. Anî jî li ser sînorê Ermenîstana îroyîn e û 80 kîlometir dûrî bajarê Qersê ye. Ev mijareke taybet e, em bihêlin ji dîrokzanan re. Lê em vegerin ser mijara xwe ango em vegerin ser rojnameya Riya Teze ku li seranserê dinyayê temendirêjtirîn rojnameya kurdan e.Ev rojname îro jî derdikeve û 96 salî ye.

Em bi serbilindî dikarin bibêjin ku bi piştevaniya Dewleta Sovyêta Sosyalîst, di warê çand, huner, edebyet û zimên de gavên mezin hatine avîtin û karên hêja pêk hatine. Di salên 1930 î de, li Yêrêvanê hewldanên radyoya kurdî hebûne, bernameyên kurt pêk hatine, lê di serdema Stalîn de, tevî xebata radyoyê tevahîya kar û barên weşangerîyê, çandê û hunerê hatine rawestandin. Lê piştî mirina Stalîn û hatina Xruşçev, sazî û dezgehên kurdan careke din dest bi karên xwe dikin. Beşê kurdî yê Radyoya Yêrêvanê û rojnameya Riya Teze jî careke din dest bi weşanên xwe dikin.

Pêşî bi latînî, paşê bi kîrîlî û niha dîsa bi latînî

Rojnameya Riya Teze ku tevî çerçirandin, tunebûn û zehmetiyên giran ji sala 1930 î ve weşana xwe berdewam dike, îro îdî 96 salî ye. Ji ber vê yekê ev rojname ji bo kurdan nîşaneya rûmet û serbilindiyê ye. Mixabin demek e dirêj e ku rojname di nav şert û mercên gelekî giran de hewila weşanê dide û li ber girtinê ye.

Riya Teze, ji destpêkê ango ji sala 1930 yî heta sala 1937 a bi alfabeya latînî derdikeve. Paşê wek polîtîkaya fermî ya Sovyêta Sosyalîst, bi alfabeya kîrîlî weşana xwe ya kurdî berdewam dike. Dema ku min di navbera salên 2001 ê û 2002 a de li Yêrêvanê serdana rojnameyê kiribû, kedkarê 40 salan ê rojnameyê Emerîkê Serdar dîyar kiribû ku ev salek e ew derbasî alfabeya latînî bûne. Bi gotineke din rojnameya 96 salî ku salên destpêkê bi latînî weşana xwe kiriye, 75 sal piştî weşana kîrîlî, ev 25 salên dawî ne ku bi tîpên latînî weşana xwe ya kurdî didomîne.

Îsal û hema îro ku 22 ê nîsana sala  2026 a , 128 emîn salvegera rojnamegeriya kurdî ye. 22 ê nîsana sala  1898 ê rojnameya Kurdistan, bi hejmara xwe ya yekê, li Qahîreya paytexta Misrê, bi serkarîya Mîdhed Mîqdad Bedirxan, dest bi weşana xwe kirîye. Kurdistan rojnameya yekemîn ya kurdan e, lê Riya Teze temendirêjtirîn rojnameya kurdan e. Min heta niha derbarê Riya Teze de di gelek kovar û rojnameyan de nivîsîye, fîlmeke dokûmenter amade kirîye û di kitêba xwe ya bi navê Gera Pênûsê de jî bi awayekî berfireh cih da vê rojnameyê.

Kerem bikin em vegerin ser avabûn û serpêhatiya rojnameya Riya Teze.

Sala 1929 ê Erebê Şemo û Îsheq Maragulovê Aşûrî bi tîpên latînî dest bi xebata nivîs û alfabeya kurdî dikin. Li dibistan û gundên kurdan dest bi perwerdehî û hînkirina kurdî dikin. Hinek cudahî di navbera alfabeya wan û alfabeya Celadet Bedirxan de hene. Ji ber ku xwendin û nivîsandin wê gavê di nav kurdan de kêm e, pêwîstî bi rojnameyekê heye. Salek paşê ango sala 1930 î, di bin banê dewletê de rojnameya Riya Teze li Yêrêvanê dest bi weşana kurdî dike.

Hejmara pêşî ya Riya Teze (Rya Təzə-1930)

Kerem bikin ez hinekî behsa berg, şêwaz û nivîsên li ser hejmara yekê ya Riya Teze ji we re bikim: Hejmara pêşî ya Riya Teze, 25 ê adara sala 1930 î, roja sêşemê derdikeve. Li ser navê Riya Teze (Rya Təzə-Navê orijînal bi vî awayî bûye) sloganeke bi vî awayî ya herdemî heye: “Proleterêd Hemû Dinyayê Bicivin!” Di navenda hejmara yekê de fotoyekî mezin ê hîmdar û avakarê Sovyeta Sosyalîst Vladimir Lenîn heye. Di bin navê Riya Teze û li ser fotoyê Lenîn, ev gotina Lenîn heye: “Elîfbayê Teze li Şerqê Înqilabeke Mezin e. – Lenîn” Navê Lenîn di bin vê gotinê de, bi herfên biçûk hatiye nivîsandin. Li kêleka fotoyê Lenîn, nivîsek heye ku sernivîs bi vî awayî ye: Înqilaba Oktobirê û Alfabeya Teze.” Li kêleka din ya fotoyê Lenîn, du kurtenivîs di nav du stûnan de hene ku sernavê van herdu nivîsan jî wiha ye: “Tebrîk.” Wekî min di destpêkê de jî diyar kir, li kêleka navê rojnameyê, roj-sal-meh heye: “25 ê adara sala 1930 î, sêşem”. Û li kêleka vê jî, di stûnekê de ev agahdarîya li ser rojnameyê heye: “Organa Şêwra Miletê Biçûk, li Komîsarîyeta Mearifiya Ermenistanê û Komîta Alfabeya Teze Kurmancî – No:1”

Hawar di hejmara yekê de behsa Riya Teze dike

Sala 1932 a çend hejmarên Riya Teze û çend kitêbên kurdî/kurmancî ku li Yêrêvanê çap bûne, ji Celadet Bedirxan re diçin. Celadet Bedirxan, di kovara Hawarê de (Hejmara 8 ê, îlon-sala 1932 a) de behsa van hejmarên Riya Teze û kitêbên kurdî dike. Bi rastî jî, di wê demê û di wan şert û mercên dijwar de ev meseleyeke tarîxî ye. Wek tê zanîn navekî din wê Celadet Bedirxan, Herekol Ezîzan e. Nivîsa ku sala 1932 a, di hejmara 8 a ya Hawarê de, bi navê Herekol Ezîzan hatîye weşandin wiha ye:

“Rojnameyeke kurdmancî, bi herfên nû, bi kurdmanciyeke xwerû, li Rewanê, di şiklekî spehî û çeleng de derdikeve. Vê paşiyê çend hejmarên wê gihîştine destê me. Çavên me pê biruhn bû, dilê me şa û geş bû. Kurdmancên Rewanê ji rojnamê pêve, çend kitêb jî derxistine. Me sê-çar roj mijûlahiya xwe bi wan kirin. Ji nav rûpelên wan yên taze û ter bêhna kulîlkên çiyayê Elegezê, bayê Zozanên Serhedan dihatin. Di nav resmên wan de, şal û şapikê kurdmancî, xencer û piştxencerên kal û kalikên me dihatin dîtin. Riya Teze, wekî navê xwe taze ye, nû ye, nûbar e. Lê ji Hawarê kevintir, bi emir jê mezintir e. Hejmara wê ya paşî ku gehîştiye destê me, ya pêncî û nehan e. Li gora ku Riya Teze rojnameyeke dehrojkî ye, berî salekê û hin dest bi derketinê kiriye.”

Di destpêkê de ermeniyên kurdîzan di Riya Teze de kar dikin

Çend salên destpêkê, ji ber ku di nav kurdan de kesên serwerî bikin tunene, rojname heta sala 1934 a di bin serwêrîya ermeniyên bi navê Gêvork Parîs, Hraçya Koçar û Harûçî Migirdiçyan de derdikeve ku fermalû û sirgunên Anadolê û Mezopotamyayê ne û baş bi kurdî dizanin. Piştî berpirsiyariya her sê kesên ermenî, îdî ji sala 1934 a û pê ve berpirsiyarî dikeve destê kurdan. Ji sala 1934 a heta 1937 a Cêrdoyê Genco berpirsiyarîya rojnameyê dike. Sala 1937 a, dema Stalîn e û şev û roj li kurdan herimî ne. Bi navê kurdî tiştek nayê kirin. Her tişt tê qedexe kirin; ne radyo dimîne, ne jî rojname…

Heta 1955 ê ji bo kurdên Ermenîstanê rewş wiha kambax e. Sala 1955 a, tevî beşê kurdî yê radyoya Yêrêvanê û gelek sazî û dezgehan, Riya Teze jî careke din dest bi weşanê dike.

Ji sala 1955 a heta 1989 a Mîroyê Esed, bi qasî 34 salan berpirsiyarî ango li gorî gotina kurdên Qefqasîyayê serkarîya rojnameyê dike. Piştre bi qasî sal û nîvekê Tîtalê Efo dibe berpirsiyar. Ji sala 1991 ê heta sala 2006 a Emerîkê Serdar 16 salan serkarîya giştî ya rojnameyê dike, lê têkiliya wî ya bi rojnameyê re ji 50 salan zêdetir e. Çimkî Emerîkê Serdar, sala 1959 a wekî spîker (axaftvan) dikeve radyoyê, du salan di radyoyê de kar dike û sala 1962 a dikeve nav xebata Riya Teze. Berîya serkariya giştî ya Riya Teze, salên dirêj wekî cîgirê serkar kar kiriye. Emerîkê Serdarê ku sala 1935 a li gundekî dorhêla çiyayê Elegezê, Pampa Kurdan (niha Sîpan) tê dinyayê, sala 2018 a li Yêrêvanê xatirê xwe ji vê dinyayê dixwaze.

Riya Teze: rojnameya fermî ya dewletê

Riya Teze di dema Yekîtiya Sovyêtê de, li Ermenîstanê yekem rojnameya kurdî ye. Heta sala 1994 a, di hefteyê de du caran derdikeve. Lê niha ji ber sedema aborî, carna mehê carekê, carna jî ji du-sê mehan carekê çend hejmar bi hevre derdikevin.

Rojname 4 rûpel e. Heta sala 1990 î ku Sovyêt hilweşiya 4 rojnameyên fermî û sereke yên Ermenîstanê hebûne. Ew jî bi ermenî, rûsî, azêrî û kurdî bûne. Rojnameya bi kurdî Riya Teze bûye. Wan çaxan Riya Teze ne tenê li Ermenîstanê, herwiha li seranserê Sovyêtîstanê belav dibû. Rojname diçû Avropayê, Amerîkayê û Kanadayê. Li gorî ku di wextê xwe de rehmetiyê Emerîkê Serdar ji min re got, di dema Sovyetê de tîraja rojnameyê 4 hezar e û bi riya abonetiyê hemû dihatine belavkirin. Rojname piştî hilweşina Sovyetê, niha tenê li Ermenîstanê tê belavkirin û tîraja wê jî daketiye 500 î. Emerîkê Serdar di serdana me de diyar kiribû ku ew van 500 rojnameyan jî li gundên kurdan bêpere belav dikin. Hingê li wê odeya biçûk ya rojnameyê hîn bibûm ku Mirazê Cemalê şaîr û miqaledar (nûçegîhan) ku wî çaxî 60 salên xwe derbas kiribû, yek bi yek li gundên kurdan digere û rojnameyê belav dike.

Ji sala 1930 yî heta niha serkar, kedkar û nivîskarên Riya Teze

Ji destpêkê heta niha navên ku ked dane, xebitîne, tîprêzî, serkarî û rêveberî, belavkarî û nivîskarî kirine ev in:

Erebê Şemo, Hecîyê Cindî, Emînê Evdal, Casimê Celîl, Harûtiyûn Mkrtçyan, Cerdoyê Genco, Qaçaxê Mirad, Mîroyê Esed, Tosinê Reşîd, Mikayêlê Reşîd, Grişayê Memê, Emerîkê Serdar, Şekiroyê Xudo, Ehmedê Hepo, Şerefê Eşîr, Eskerê Boyîk, Eliyê Evdirehman, Wezîrê Eşo, Têmûrê Xelîl, Babayê Keleş, Yûrayê Şaho, Paşayê Erfût, Vanîkê Elîxan, Egîdê Ebasî, Porsora Sebrî, Letîfê Emer, Prîskê Mihoyî, Karlênê Çaçanî, Tîtal Muradov, Tîtalê Efo, Sîma Semend, Zeyneba Îbo, Şamilê Eskerov, Xelîlê Çaçan, Baxçê Erzo, Letîfê Memê, Hesenê Qeşeng, Egîtê Xudo, Ezîzê Îsko, Rizganê Cango, Mirazê Cemal û Tîtalê Keremê Seyad.

Di destpêka salên 2000 î de rojnameya Riya Teze xebata xwe bi çar kesan berdewam dikir: Emerîkê Serdar (berpirsiyarê giştî-redaktor), Grîşayê Memê (cîgirê rêdaktor), Rizganê Cango (katibê cabdar) û Mirazê Cemal (nûçegihan û belavkar).

Piştî wefata Emerîkê Serdar, Grîşayê Memê çend salan dibe serkarê giştî. Lê divê bê gotin ku Grîşayê Memê jî salên dirêj di vê rojnameyê de ked û emegeke mezin daye. Sala 2010 a li Yêrevanê rehma Xwedê dike.

Piştî Grîşayê Memê, Tîtalê Keremê Seyad dibe serkarê giştî û Mirazê Cemal jî dibe cîgirê serkarê giştî yê rojnameyê. Apê Miraz ew Miraz bû ku gava 28 sal beriya niha miqaledarî û belavkariya rojnameyê dikir. Divê bibêjim ku îro Mirazê Cemal 80 salî ye, li kêleka Tîtalê Keremê Seyad hewl dide ku rojname deriyê xwe negire…

Di dema Sovyetê de 11 ode û 25 xebatkarên Riya Teze hebûne

Me li jor jî nivîsî ku Riya Teze heta hilweşîna Yekîtiya Sovyeta Sosyalîst jî weşana Partiya Komûnîst bûye. Loma di wan salan de, rewşa rojnameyê pir baş bûye. Li gorî agahdariyên ku Emerîkê Serdar, Grîşayê Memê û Mirazê Cemal di wextê xwe de dabûn min, di salên Yekîtiya Sovyetê de, ji 14 qatên avahiya ku ew tê de ne, bi qasî qatekê ango 11 ode ji wan re hatibû terxankirin. Lê heyf û mixabin, rojname niha di nav du odeyên biçûk de hewla weşangeriyê dide. Dîsa li gorî agahdariyên wan salan, di dema Sovyetê de 25 xebatkarên kurd yên Riya Teze hebûne, lê wekî min got, niha mane 2 kes: Tîtalê Keremê Seyad û Mirazê Cemal.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button