H’emû nûçeSereke

TRIPP ne tenê girêdaneke Adirbêcan-Naxçêvanê ye, ew projeyeke stratêjîk ya herêmî ye

Projeya TRIPP xwedî girîngîyeke stratêjîk ya pir berfirehtir e û ne tenê bi têkilîya di navbera Adirbêcanê û Naxçêvanê de sînordar e. Li gorî  ragîhandina «Armenpress» ê, di çarçoveya forûma sîyaseta cîhanê de, wezîrê Ermenîstanêyî karên der Vahan Kostanyan li ser projeya TRIPP û têkilîyên Ermenîstan-Adirbêcanê axivîye.

“Piştgirîya projeya TRIPP ê ne ravekirina here rast ya rêkeftinên li Waşîngtonê hatine kirin be, ji ber ku yekem, TRIPP projeyek e ku xwedîyê wê yê tevahî Ermenîstan e û ya duyemîn, em bi xwe pir eleqedar in ku rêyên ragîhandinê li herêmê vekin”,- ewî gotîye.

Li gorî wî, proje xwedî girîngîyeke stratêjîk ya pir berfirehtir e.

Kostanyan destnîşan kirîye ku “TRIPP ne tenê girêdaneke di navbera beşa sereke ya Adirbêcanê û Naxçevanê de ye, ew projeyeke pir mezintir û stratêjîk e ji bo girêdana Asyaya Navîn bi Avropayê re û her weha ji bo pêkanîna pabendbûna ji bo mîsogerkirina berjewendîyên hevbeş”.

Ewî tekez kirîye ku di encama rakirina dorpêçê de, Ermenîstan dikare beşên cuda yên axa xwe bi hev ve girêbide.

Li gorî Kostanyan, Ermenîstan bi pêkanîna projeyê re eleqedar e û bi awayekî çalek bi alîyê amêrîkî re li ser vê yekê niqaş dike.

Ewî destnîşan kirîye: “Bi hevkarên amêrîkî re niqaşên çalek didomin ka em ê çawa li Ermenîstanê hevparîyeke ermenî-amêrîkî ava bikin”.

Ewî her wiha tekez kirîye ku mînakên pratîkî yên hevkarîya herêmî hene.

Kostanyan gotîye: “Me ne tenê lêkolîna gengazbûnê, lê di heman demê de vekirina rêyên ragîhandinê li herêmê bi xwe jî dest pê kirîye, ji ber ku piştî 8 ê tebaxê, bo nimûne, me mînakek heye ku genim ji Qazaxistanê bi rîya pergalên rîya  Adirbêcanê û Gurcistanêye hesin tê hinartin” û vê yekê wek mînakek bi bandor ya hevkarîyê nirxandîye.

Kostanyan behsa têkilîyên Ermenîstan-Adirbêcanê kirîye û destnîşan kirîye ku alî li ser avakirina aşîtîyê diaxivin.

“Serokên her du welatan bi berdewamî gotine ku aşîtî di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de hatîye damezrandin û em tercîh dikin ku pêvajoyên ku niha di rê de ne wek sazûmankirina aşîtîyê bi nav bikin”,- ewî gotîye.

Li gorî wî, di çarçoveya vê pêvajoyê de gavên aborî û yên din têne avîtin.

Kostanyan destnîşan kirîye ku “Me berê bazirganiya raste-rast ya dualî bi îtxalkirina sotemenîyê ji Adirbêcanê dest pê kirîye û em hêvî dikin ku ev jî di demek nêzîk de çêbibe, me berê zelal kirîye ku em ê çi ji Ermenîstanê bo Adirbêcanê hinarde bikin”.

Kostanyan her wiha girîngîya formatên nû ji bo hevkarîya herêmî destnîşan kirîye.

Ewî destnîşan kirîye: “Formateke pir girîng jî heye, ku bi hevkarên me yên Gurcistanê re hatîye damezrandin, di forma şêwirmendîyên sêalî yên di navbera wezîretên karên der de”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button