
Serokê komîtêya leşkerî ya NATO ê Cûzêppê Kavo Dragonen hevpeyvîna li gel “RBK-Ûkraînayê” gotîye: “Dibe ku Rûsya hewil bide ku tiştê ku berî hilweşîna Yekîtîya Sovêtê control dikir vegerîne”.
“Gerekê em di derbarê tiştên ku di pêşerojê de li benda me de ne zelal bin. Em pêşbînî dikin ku maşîna leşkerî ya Rûsyayê bêtir xurt bibe. Em ê bi pêşxistina şiyanên xwe, ango her tiştê ku em plan dikin ku di demeke nêzîk û dirêj de bikirin û bi dest bixin, li dijî vê yekê derkevin. Û ev raste-rast bi xwezaya gefan ve girêdayî ye. Gefên li ser NATO ê, bê guman, Rûsya û komên terorîst in. Em di her du alîyan de dixebitin da ku pêşî li wan bigirin”,-ewî destnîşan kirîye.







