
Em vê yekê wek çekdarkirina meseleya qirkirina Ermenîya dibînin û li vir pêwîstî bi bersivêda nabînin.Derheqa wê yekêda cîgirê wezîrê karên der Mnasakan Safaryan 1 ê tîrmehê, axaftina bi rojnamevanan re li parlamêntê, derbarê naskirina qirkirina Ermenîya ji alîyê Îsrayêlê daye kifşê.
Dema ku ji cîgirê wezîr hatîye pirsîn çima wezîreta karên der naxwaze bersivê bide, gelo ji ber ku qirkirina Ermenîya di rojeva sîyaseta der ya rayedaran de ne mijareke pêşin e, yan jî di warê têkilîyên me yên bi Tirkîyayê re sînordarîyek heye, cîgirê wezîr wiha bersiv daye: “Berê jî hatîye gotin û min dîsa dubare kirîye ku em hewce nabînin ku bersivê bidin. Ez bê guman raya serokwezîr parave dikim, ango ev helwesta fermî ya Ermenîstanê ye”.
Nîkol Paşînyan dîyar kirîye ku ew hewce nabîne ku bersivê bide naskirina jênosîda Ermenîya ji alîyê Îsrayêlê, ji ber ku ew bawer dike ku “nexebitandina mijara çekdarkirina jênosîda Ermenîya di berjewendîya Ermenîstanê de ye”.
Em bi bîr bînin ku 28 ê hezîranê, hukumeta Îsrayêlê bi yekdengî pêşnûmeyasaya ku ji alîyê wezîrê karên der Gêdêon Saar ve ji bo naskirina fermî ya jênosîda Ermenîya hatibû raber kirin, pejirandîye.







