H’emû nûçeSereke

Peymana deynê byûcêyê ya “Bernameya veguhêrîna aborî ya Ermenîstanê” di navbera Komara Ermenîstanê û fonda OPÊK ê de hatîye îmzekirin

Wezîrê Ermenîstanêyî fînansa Vahê Hovhannîsyan beşdarî çalakîya bi navê “Forûma pêşvabirina fonda OPÊK 2026” bûye, ku armanca wê ya sereke destnîşankirina rêwerzên stratêjîk ji bo pêşkeftina domdar û fînansmana nûjen e û her weha niqaşkirina pirsgirêkên cîhanî yên heyî û derfetên pêşkeftinê ye. Derheqa wê yekêda wezîreta  fînansa ragîhandî News.am ê  kirîye.

Çarçoveya forûmê de, wezîr Hovhannîsyan rasthatinên yên  dualî bi serokê fonda OPÊK ê ya ji bo geşepêdana navneteweyî Ebdûlhemîd Elxalîfa û her wiha bi cîgirên serokên ji bo sêktorên giştî û taybet yên fonda û berpirsên din yên payebilind re kirîye.

Dema nîqaşên dualî de, Komara Ermenîstanê û fonda OPÊK ê ji bo geşepêdana navneteweyî peymana deynê piştgirîya byûcêyê ya 80 mîlyon yûro ji bo “Bernameya veguhêrîna aborî ya Ermenîstanê” îmze kirine. Armanca bernameyê ew e ku bi başkirina jîngeha karsazî û veberhênanê, pêşvebirina veberhênan û bazirganîyê û mîsogerkirina pêşveçûna kesktir, berfirehtir û berxwedêrtir, beşdarî veguhêrîna aborî ya Ermenîstanê bibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button