
60 selefê rûsa, bawer dikin ku rewşa aborî ya bajar yan herêma wan xirab dibe.Derheqa wê yekêda encamên ankêta ku ji alîyê pargîdanîya lêkolînê ya amêrîkî Gallup ve ji adar heta gulan sala 2026 a hatîye kirin tê îzbat kirin.
Ev rêjeya here bilind e di tevahîya heyama ankêtên bi vî rengî, ku Gallup ji sala 2006 a vir ve li Rûsîyayê dike.
Reqemên herê zêde yên berê di salên 2020 î (45 selef) û 2021 (50 selef) di dema pandêmîya koronavîrusê de hatine tomar kirin.
Herwiha, Gallup kêmbûneke girîng di bawerîya rûsan bi sazîyên dewletê de tomar kirîye.
Bawerîya bi hêzên çekdar sala borî de ji 79 selefî daket 66 selefî, bawerîya bi hukumetê ji 67 selefî daket 53 selefî û hejmara kesên ku hilbijartinan azad û dadperwer dibînin ji 56 selefî daket 40 selefî.
Ji bihara sala 2026 a vir ve, xizmetên sosyolojîk yên dewleta Rûsîyayê, raya giştî û navenda Rûsyayê ya lêkolîna raya giştî jî dest bi tomar kirina kêmbûna rêjeya pejirandina serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn kirine.
Di dawîya hezîranê de, raya giştî ragîhandîye ku asta bawerîya bi Pûtîn daketîye 69 selefî. Ev rêjeya here nizm e ku di tevahîya şerê Rûsyayê li Ûkraînayê hatîye tomar kirin.







