Helwesta Yekîtîya Avropayê li ser projeya TRIPP ê erênî ye:serokwezîr

Serokwezîr Nîkol Paşînyan piştî civîna hukumetê li brîfînga rojnamevanan de gotîye ku Yekîtîya Avropayê di TRIPP ê de tu beşdarîyeke taybetî tune ye, lê helwesta Yekîtîya Avropayê li ser projeya TRIPP ê erênî ye.
“Ermenîstan di çarçoveya projeya TRIPP ê de bi Dewletên Yekbûyî re dixebite, lê em di mijara rakirina dorpêçê de bi Yekîtîya Avropayê re jî dixebitin û em bi taybetî li ser rîya bakûr diaxivin. Min di dema berîya hilbijartinê de gelek caran li ser vê yekê axivîye, ewê lêkolînê nîşan daye ku rêya here kurt ya Rojhilat-Rojavayê ji axa Ermenîstanê, bi taybetî jî ji herêmên Tavûşê, Lorîyê û Şîrakê derbaz dibe”.
Em bi Yekîtîya Avropayê re li ser pêkanîna vê projeyê dixebitin û rêbaza here hêsa ya pêkanîna vê bernameyê, bi taybetî, vekirina otobanên Qazax-Îcêvan-Vanadzor-Gumirî-Axûrîkê ji bo kamyonên navneteweyî bi pere ye.
Ev bernameyeke pir hêsan e ku bê bicîhanîn. Divê lihevkirinên sîyasî bên çêkirin û bicîhanîn û bê guman, divê sînorê Ermenîstan-Tirkîyayê bê vekirin. Ev bernameyeke ku dikare ji bo herêmê eleqeyeke mezin hebe.
Bê guman, em ê hewce bikin ku beşeke biçûk ya rê li Axûrîkê ava bikin, lê ev gengaz e”,- Paşînyan destnîşan kirîye.







