H’emû nûçeSereke

Yekîtîya Avropayê plan dike ku hejmarek kelûpelên ji Ermenîstanê bê gumrik qebûl bike:Paşînyan

Komîsîya  Avropayê biryar daye ku tedbîrên bazirganîyê yên xweser li ser hejmara kelûpelên ku ji Ermenîstanê têne hinartin bicîh bîne, ku wê bihêle ku hin ji van kelûpelan bêyî bacên gumrikê ji bo Yekîtîya  Avropayê bên hinartin.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan  di civîna hukumetê de gotîye.

Li gorî wî, ev înîsîyatîv wê nêzîkî  80 selefê îxracatên potênsîyal ji Ermenîstanê bigire nav xwe.

“Rêjîma îxracatê ya bêbac wê ji bo nêzîkî  99 selefê berhemên çandinîyê û her weha 90 selefê vexwarinên alkolî û bêalkolî derbazdar be. Lîsteyên dawîn yên berheman hîn jî wê bên temamkirin”,-ewî gotîye.

Serokwezîr destnîşan kirîye ku  welatên endam yên Yekîtîya Avropayê biryarê pesend bikin û  gerekê  parlamênta  Avropayê jî biryara têkildar qebûl bike û ev yek wê dem bigire.

Paşînyan zêde kirîye: “Li ser asta sîyasî, pirsgirêk bi esasî hatîye çareserkirin. Niha pêwîst e ku bi sêktora taybet re bixebitin da ku di asta pratîkî de jî em bikaribin bi tevahî ji derfetên hatine efirandin sûd werbigirin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button