Organîzeya Peymana Ewlekarîya Kolêktîv û Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî bi nakokîyên navxweyî yên mezin re rû bi rû ne:Eurasianet

Eurasianet dinivîse ku nîşanên ku nîşan didin şîyana zextê ya Vladîmîr Pûtîn hêdî-hêdî winda dibe û leverên wî yên sereke yên bandora herêmî hêdî-hêdî hêza xwe winda dikin, zêde dibin.
Balafirên bêmirov yên Ûkraînayê ne tenê leşkerên rûsî neçar kirine ku di pevçûna dirêj ya di navbera her du welatan de pozîsyona parastinê bigirin, lê di heman demê de, xudan dibêjin, ew tehdîd dikin ku aramîya rêxistina, Organîzeya Peymana Ewlekarîya Kolêktîv hevtayê Rûsyayê yê NATO ê, têk bibin. Di heman demê de, têkçûna Krêmlê di astengkirina ji nû ve hilbijartina reqîbê sîyasî yê sereke yê Pûtîn li Ermenîstanê, serokwezîr Nîkol Paşînyan, qelsîya Yekîtîya Avrasyayêye Êkonomîkî, avahîyeke bi serokatîya Rûsyayê ku wek altêrnatîvek ji bo Yekîtîya Avropayê tê dîtin, bêtir eşkere kirîye.
Nîvê hezîranê, serokê Ûkraînayê Volodîmîr Zêlênskî ûltîmatûmek da Bêlarûsê (ku pir caran wekî “rehînê Krêmlê” tê binavkirin) ku tavîlê piştgirîya hêzên Rûsyayê rawestîne yan jî bi êrîşên mezin yên bêmirov re rû bi rû bimîne. Rêberê Bêlarûsê Alêksandr Lûkaşênko xuya ye ku qismî ev daxwaz bi cîh anîye û dîyar kirîye ku Mînsk naxwaze bikeve nav şer. Kiryarên Lûkaşênko zû Rûsyayê hêrs kirin.
Ji bo sivikkirina zexta Rûsyayê, Lûkaşênko bi lez û bez çû Pekînê, li wir ewî piştgirîya serokê Çînistanê Sî Sînpîng di mijara serwêrî û yekparçeya axa Bêlarûsê de bi dest xist. Vê gava dîplomatîk nîşan da ku bandora Krêmlê li ser dewleteke ku bi berfirehî wek peykê Rûsyayê tê dîtin çiqas sînordar e.
Stratêjîya Ûkraînayê ya li himber Bêlarûsê bandorên berfireh li ser Organîzeya Peymana Ewlekarîya Kolêktîv kirîye, ku destûra wê, mîna NATO ê, prînsîpa ku êrîşek li ser endamekî wek êrîşek li ser hemûyan tê hesibandin, dihewîne. Ji ber vê yekê, her kiryareke leşkerî ya Ûkraînayê li dijî Bêlarûsê, endamê Organîzeya Peymana Ewlekarîya Kolêktîv, divê bi awayekî têorîk bibe sedema bersiveke kolêktîv ji alîyê endamên din yên rêxistinê ve.
Lê belê, di rojên dawî de, endamên Organîzeya Peymana Ewlekarîya Kolêktîv Qazaxistanê û Qirqizistanê eşkere kirin ku ew nîyeta wan tune ku tevî şerê Rûsyayê-Ûkraînayê bibin. Ev yek sedemekê dide ku em texmîn bikin ku îro rêxistin ji rastîyê bêtir li ser kaxezê heye.
Bloga leşkerî-sîyasî ya rûsî “Nêzîgar” li ser kanala xwe ya Telegramê ragîhandîye: “Qazaxistanê û Qirqizistanê fikarên xwe li ser beşdarbûna muhtemel di şerê Ûkraînayê de anîne ziman. Nûnerên her du welatan dîyar kirine ku biryara sepandina xala Organîzeya Peymana Ewlekarîya Kolêktîv ya li ser alîkarîya leşkerî divê ji alîyê parlamêntvan ve bê dayîn, lê destnîşan kirine ku destpêşxerîyeke wusa dibe ku bi berxwedana parlamêntan re rû bi rû bimîne”.
Paşê “Nêzîgar” nûnerekî nenas yê wezîreta Qirqizistanêye karên der vedibêje ku dibêje: “Divê êrîşa Ûkraînayê ya li dijî Bêlarûsê bi fermî ji alîyê biryarnameyeke Neteweyên Yekbûyî yan konsêya ewlekarîyê ve bê nas kirin. Bêyî biryarek wisa, Organîzeya Peymana Ewlekarîya Kolêktîv xwedîyê desthilatê nîne ku bersivê bide rewşê”.
Pejirandina biryara wisa pir ne mimkûn xuya dike, ji ber ku dibe ku ji alîyê endamên daîmî yên konsêya ewlekarîyê ya Netewên Yekbûyî ve, di nav de Dewletên Yekbûyî, Brîtanyaya Mezin û Fransîyayê, bê asteng kirin.
Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî jî bi krîzeke bawerîyê re rû bi rû ye. Qazaxistan û Qirqizistan, ku endamên tam yên yekîtîyê ne, di mehên dawî de bi berdewamî dîyar kirine ku ev avahî bêbandor e û di serî de xizmeta berjewendîyên aborî yên Rûsyayê dike.
Ji bo ku nîşan bide ku Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî nikare bazirganîya bi rast azad mîsoger bike, Qazaxistan ji bo parastina hilberînerên navxweyî qedexeyeke şeş-mehî li ser hawirdekirina genim (tevî dabînkirina ji welatên din yên endamên Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî) difikirî. Paşînyan, ku întêgrasîyona Ermenîstanê di nav strûktûrên sîyasî û aborî yên Rojavayî de diparêze, xuya dike ku ew dixwaze heyîna Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî bipirse, her çend Ermenîstan bi fermî endamek dimîne jî.
Di çarçoveya kampanyayeke têkçûyî de ji bo pêşîgirtina li hilbijartina Paşînyan di hilbijartinên parlamêntîyê yên 7 ê hezîranê ji nû ve, Rûsyayê îtxalkirina hejmareke berhemên xwarinê yên Ermenîstanê qedexe kirîye, bi hinceta ku ew şertên kontrolkirina kalîteyê bicîh naynin. Paşînyan vê qedexeyê wek argûmaneke bikar tîne da ku nîşan bide ku Yekîtîya avrasîyayêye Êkonomîkî tenê li ser kaxezê heye. Li gorî rayedarên Ermenîstanê, welat bi serkeftî bazarên nû ji bo berhemên xwe dibîne û kirrûbirên nû ji kalîteya berheman gazinan nakin.
Xeberên Paşînyan ji alîyê rojnameya «Nêzavîsîmaya gazêta» ê ya rûsî ve hatîye gotin ku “Gerekê Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî bi zelalî dîyar bike ka ew wek rêxistineke bazirganîyê ya guncaw heye yan na”.







