Rêyên hesin milkê Komara Ermenistanê ye û divê xizmeta berjewendîyên Komara Ermenistanê bike

Guhartina rêbazê ne mimkûn e, lê ji alîyekî din ve, em ê tiştên ku me ragîhandine jî ji nû ve neguherînin.Derheqa wê yekêda serokwezîr Nîkol Paşînyan di brîfînga rojnamevanan de piştî civîna hukumetê, bersiva pirseke li ser pêşketinên têkildarîya rêveberîya rîya Ermenîstanêye hesin daye.
“Me dest bi pêvajoyên ji bo sererastkirina rîya hesin li beşa Gumirîyê-Axûrîkê û beşa Yêrasxê kirîye û em ê van karan bikin. Di derbarê beşa mayî de, em ê niqaşên xebatê bidomînin, di nav de bi hevkarên xwe yên rûsî re û helwestên me ji ber sedemên obyêktîv neguhêrînin û wê neguhêrin, ji ber ku em nikarin tenê mîna çavdêrek temaşe bikin ka çawa, di nav de ji ber kiryarên me, rîya hesinên navneteweyî dikarin bên, bikevin Ermenîstanê û dikevin Ermenîstanê, dîsa ji Ermenistanê derbaz bibin. Tiştekî wisa nikare bibe”,-ewî destnîşan kirîye.
Derbarê pirsa gelo Ermenîstan wê rêveberîyê bigire ser xwe da ku wê tamîr bike,serokwezîr gotîye:
“Werin em vê yekê li ser qeydê binivîsin ku ev rîya hesin ya me ye. Ew milkê Komara Ermenîstanê ye û divê em milkê xwe birêve bibin. Ez nikarim hûrgulîyan bidim, ji ber ku di encama şêwirmendîyên qanûnî û niqaşên xebatê de, divê em van pirsgirêkan çareser bikin. Lê ez dikarim tiştekî bêjim ku rîya hesinên Başûrê Kafkasîyayê di hemî pêvajoyan de beşdar e, ew ji pêvajoyan û tiştên ku diqewimin haydar in”.
“Ez dikarim tiştekî bi tundî bêjim: rîya hesin milkê Komara Ermenîstanê ye û divê xizmeta berjewendîyên Komara Ermenistanê bike. Bi awayekî din nabe. Em hemû dikarin ji vê xala destpêkê dest pê bikin”.







