Parlamêntvan pêşnîyar dikin ku ji bo mafê dengdanê şertek ji bo rûniştina rastîn ya salekê di nav 2 salên dawî de li Ermenîstanê bê danîn

Pêşnûmeyên guhartinên qanûna hilbijartinê û qanûna rêfêrandûmê di rûniştina parlamêntê de di xwendina yekem de hatine niqaşkirin.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, pakêta pêşnûmeyên “Li ser çêkirina guhartin û lêzêdekirina qanûna destûrî “Qanûna hilbijartinê ya Komara Ermenîstanê” û “Li ser çêkirina guhartinên qanûna destûrî “Li ser fêfêrandûmê”” ji alîyê, parlamêntvanê fraksîya “Peymana sîvîl” Alxas Xazaryan ve hatîye raber kirin.
Xudanên pakêta yasayî cîgirên fraksîyona “Peymana sîvîl” Alxas Gazaryan, Arûsyak Manavazyan, Hasmîk Hakobyan û Arûsyak Cûlhakyan in.
Gazaryan ragîhandîye ku pakêt li ser bingeha pêşnîyarên hukumetê hatîye sererastkirin.
Di rewşa hilbijartinên rêveberîyên herêmî de, tê pêşnîyarkirin ku mafê dengdanê ji welatîyên Komara Ermenîstanê re bê dayîn ku di roja dengdanê de 18 salî bûne, here kêm 6 meh berî roja dengdanê di qeyda nifûsê ya civaka ku hilbijartin lê tê lidarxistin de hatine tomar kirin û di 730 rojên berîya roja 48 emîn ya berîya roja dengdanê de 366 roj yan jî zêdetir li Ermenîstanê bûne û di rewşa hilbijartinên taybet de-di roja 28 emîn de, 366 roj yan jî zêdetir li Ermenîstanê bûne”. Pêşnûme her wiha pêşnîyar dike ku rewşên ku wek nebûna ji Komara Ermenîstanê nayên hesibandin zelal bibin. Ev bi mayîna li derveyî welêt ya kesên ku ji bo armancên fermî di xizmeta giştî de ne, rûniştina li derveyî welêt bi endamek malbatê yê kesekî ku di mîsyonên dîplomatîk yan konsûlxaneyê de xizmet dike û her weha xwendina li sazîyên xwendina bilind yên li derveyî welêt ve girêdayî ne.
Pakêta yasadanînê her wiha guhartinên din yên têkildarî avakirin û parastina lîsteyên hilbijêran pêşnîyar dike.







