SerekeSîyasî

Nîşankirina sînor, TRIPP û reform:serokê komîtêya Ermenîstanêye parastinê rastî seroka mîsyona sivîl ya Yekîtîya Avropayêye li Ermenistanê hatîye

6 ê tîrmehê, serokê komîtêya daîmî ya parastin û ewlehîyê ya  parlamênta Ermenîstanê Andranîk Koçaryan seroka mîsyona sîvîl ya Yekîtîya Avropayêye li Ermenîstanê, Satu Koyvu qebûl kirîye.

Andranîk Koçaryan bi xêrhatina mêvan kirîye û bal kişandîye ser çalakîyên mîsyona sîvîl ya Yekîtîya Avropayê ji pêrspêktîva mîsogerkirina aramîyê li Ermenistanê û herêmê û tekez kirîye ku mîsyonê derfetek peyda kirîye ku meriv nêzîkî aşîtîyê bibe.

Satu Koyvu ji ber vê yekê spasîya xwe ji bo hevdîtinê anîye ziman, hûrgulîyên çalakîyên mîsyona sîvîl ya Yekîtîya Avropayê raber kirîye û girîngîya kûrkirin û qewînkirina hevkarîyê bi sazîyên cûre-cûre yên Komara Ermenîstanê, bi taybetî jî bi dezgeha qanûndanînê re destnîşan kirîye.

Wextê hevdîtinê hevpeyivînan li ser avakirina aşîtîyê di navbera Ermenîstan û Adirbaycanê, projeya TRIPP, pêvajoya diyarkirin û destnîşankirina sînoran û mijarên têkildarîya misogerkirina aramîyê li herêmê axivîne.

Li ser rêformên ku di vî warî de hatine kirin axivîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button