H’emû nûçeSereke

Ankêta raya giştî li Ermenîstanê helwesteke erênî ya li himber Yekîtîya Avropayê nîşan dide

Li gorî encamên ankêta raya giştî ya salane ku di sala 2026 a li Ermenîstanê hatîye kirin, helwestên raya giştî yên li welêt li hember Yekîtîya Avropayê bi gelemperî erênî dimînin: 72 selefê beşdaran têkilîyên Yekîtîya Avropayê-Ermenîstanê wek baş bi nav dikin, di heman demê de 56 selef ji her aktorekî din yê navneteweyî bêtir bawerîya xwe bi Yekîtîya Avropayê tînin.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda projeya “EUNEIGHBOURS east” ê ragîhandîye.

Ankêta sibat-adara sala 2026 a di nav nimûneyek nûner ya 1000 kesan de bi rêya hevpeyvînên rû bi rû hatîye kirin. Ji sala 2016 a vir ve ji  alîyê projeya “EUNEIGHBOURS east” ve ankêtên salê li Ermenîstanê û pênc welatên din yên hevkarîya rojhilat têne kirin.

Ankêta îsal jî nîşan daye ku 45 selefê welatîyan nêrîneke erênî li ser Yekîtîya Avropayê hene, 30 selef bêalî ne, 14 selef bê nêrîn in û tenê 11 selef jî nêrîneke neyînî hene. Pêşketina aborî (43 selef) û ewlehî (32 selef) warên sereke ne ku piştgirîya wan wê bibe sedema ku bersivkar li ser Yekîtîya Avropayê erênîtir bin.

Yekîtîya Avropayê wek piştgirê sereke yê darayî tê nasîn, ji ber ku 75 selefê bersivkaran ji piştgirîya Yekîtîya Avropayê ji Ermenîstanê haydar in, lê têgihîştina vê piştgirîyê nezelal e: 61 selef piştgirîya Yekîtîya Avropayê wek bilind yan navîn dinirxînine û tenê 17  selefê Yekîtîya Avropayê wekî bexşvanê here mezin behs dikin.

Ermenî dixwazin ku Yekîtîya Avropayê roleke mezin di qewînkirina parastina welêt de bilîze (25 selef), perwerde û fêrbûna jîyanî (23 selef) û her weha çandinî û pêşxistina gundan (19 selef).

Zêdetir nîşan bide
Back to top button