H’emû nûçeSereke

Nêzîkî 630 milyon dram, faîza amenetan, parên milkê nekêşber û parkek wê ji Serj Sargsyan bên desteserkirin

3 ê tîrmeha sala 2026 a, dadgeha dijî gendelîyê daxwaza seredozgerîya giştî ya ji bo desteserkirina milkê ku bi neqanûnî hatîye bidestxistin li dijî sêyemîn serokkomarê Komara Ermenîstanê Sêrj  Sargsyan û kesên bi wî ve girêdayî qismî qebûl kirîye.

Wek ku  «Armenpress» ji daxuyanîya ku ji alîyê dozgerîyê ve hatîye dayîn fêr dibe, piştî ku qanûna dadwerî bikeve merîyetê, ew dikare ji bo Komara Ermenîstanê bê desteserkirin:

.38 selefê apartmanê li kolana Têryan, navçeya îdarî ya Kêntronê, bajarê Yêrêvanê ye,

.Yek parkgeh li kolana Têryan, navçeya îdarî ya Kêntron, bajarê Yêrêvanê ye, bi tevahî,

.38 selefê yek parkgeh li kolana Têryan, navçeya îdarî ya Kêntronê, bajarê Yêrêvanê ye,

Tevahiya emanetên ku di bankê de hatine veberhênan gihîştiye 202 mîlyon 998 hezar dramî, tevahî faîza ji wan emanetan kombûyî gihîştiye 74 milyon 716 hezar dramî, her wiha faîza ku li ser emanet û spartinê heta roja bicîhanîna rastîn ya biryarê kom bûye, gihîştîye 352 milyon 438 hezar dramî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button