H’emû nûçeSereke

Li  bajarê Dewletên Yekbûyîye Dênvêrê dêra ermenî ya Hrîpsîmê û dêra Ermenî ya Hemû Pîrozan hatîye rûnkirin

Navenda agahdarîyê ragîhandîye ku dêra ermenî ya Amêrîka Bakûr, ji alîyê yêpîskopos Hovnan Têrtêryan, dêra ermenîye  Hripsîme û hemû Pîrozan li Dênvêrê  rûn kirîye.

Dêra nû hatîye pîrozkirin encama du dehsalan zêdetir li bendêbûn, xebat, fedakarî û yekîtîya civaka ermenî ya Kolorado ye. Civaka ermenî ya Apostolîk ya Dênverê  sala 2003 a de wek parêzgeheke apostolîk ji bo  raberkirina xizmeta manewî ji ermenîyên ku li eyaletê dijîn hatîye damezrandin.

Axaftina xwe de, serok tekez kirîye ku dêra nû ne tenê avahîyek e, lê şedetîke zindî ya bawerîyê, yekîtîyê û domdarîya civakê ye.

Dêra Ermenî li dîyasporayê jî yek ji hawîrdorên here aram e ji bo parastina ziman, çand û nasnameyê. Li dibistanên şemîyê û yekşemê yên Dêra Rojavayê, li dibistana rojane ya ku di nav dêra rojhilatê de dixebite û her weha li kampên ciwanan, her sal  3 000 î zêdetir ciwan têkilîya xwe bi zimanê ermenî, dîroka ermenî, kevneşopîya dêrê û jiyana çandî didomînin.220 mamosta zêdetir û perwerdekar di vê xebatê de beşdar dibin, pireke zindî di navbera nifşan de diefirînin. Bi vî rengî, dêra ermenî ya Hrîpsîme û hemû pîrozan ya li Dênvêrê ya nû hatîye pîrozkirin ne tenê tevlî malbata giyanî ya Dêra Rojavayê dibe, lê di heman demê de tevlî pergala berfirehtir ya parastina ermenî dibe, ku dêr, dibistan, ziman û çand wek bersiveke berfireh ji bo pirsa sereke ya jiyana dîyasporayê bi hev re dixebitin, meriv çawa ji welêt dûr ermenî bimîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button