H’emû nûçeSereke
Gagîk Sarûkyan hatîye girtin

Karsaz, serokê partîya “Ermenistana pêşkeftî” Gagîk Sarûkyan bi du meha hatîye girtin.
Komîtêya Komara Ermenîstanêye lêpirsînê derheqa wê yekêde elamî “Armenpress” ê kirîye.
Gagîk Sarûkyan bi sextekarî û şûştina pera hatîye tawanbarkirin.
6 ê tîrmehê, Gagîk Sarûkyan hatîye girtin û cîguhastî komîtêya lêpirsînê kirine. Paşê, ew ji komîtêya lêpirsînê veguhêzî dadgehê kirine.
Komîtêya lêpirsînê ragîhandîye ku di çarçoveya dozên cezayî de, lêgerînên hevdem 70 navnîşanan bi hevkarîya sêrvîsa ewlekarîya neteweyî, komîtêya dahata dewletê û polîsên wezîreta karên navxweyî hatine kirin.







