Reuters: sîstêma Rûsyayêye bankê dikare bi krîzeke “teqîner” re rû bi rû bimîne

Li gorî raporteke îstîxbaratê ya girtî ji welatekî avropî, sîstêma Rûsîyayêye banka dikare bi krîzeke “teqîner” re rû bi rû bimîne ji ber ku bank piranîya lêçûnên aborîya leşkerî hildigirin ser xwe.
Ev raport meha hezîranê de, berîya gera 21 emîn ya dorpêçên Yekîtîya Avropayê, ji bo berpirsên avropî hatibû amadekirin. Li gorî raportê, rayedarên Rûsyayê banka neçar dikin ku deynên sûbîvansîyonkirî bidin hevaltîyên parastinê, projeyên dewletê yên herêmî û kirrûbirên xanîyan. Tê destnîşankirin ku di rewşa pakêteke dorpêçan ya li dijî banka de, bo nimûne, şoka aborî dikare çê bibe.
Reuters dinivîse ku banka Rûsîyayêye navendî red kirîye ku li ser encamên raportê şîrove bike.
Pakêta 21emîn ya sîzayên Yekîtîya Avropayê dibe ku di meha tîrmehê de bê pejirandin.Sîzayên nû dikarin nêzîkî 90 banka bandor bikin, ku ev yek wê ji nîvê zêdetir bankên Rûsîyayê yên bi têkilîyên navneteweyî re bixe bin sînordarkirinan. Pakêt dikare torên krîptopereyan, hilberînerên dronan, hevaltîyên bazirganîya pêtrolê û rafinerîyên pêtrolê jî di nav xwe de bigire.







