Sîyasî

E’lametîya komîsîya Îraqêye hilbijartina

Komîsîya Îraqêye hilbijartina e’lam kirîye,wekî hilbijartinên provînsîyal wê yekê nîsana sala 2O2O-î derbazbin.Ev qirar peyî wê yekêr’a hatîye qebûlkirinê,wextê ku şêwira wek’îla guhartin kirine nava qanûna derheqa bijartinada.Hatîye r’agîhandinê,wekî dengdayîn wê usa jî li provînsîya K’irkûkê derbazbe, nenihêr’a wê yekê,wekî partîya K’urdistanêye Dêmokratîk pêşda e’lam kiribû,wekî ewê t’evî hilbijartina nebe h’etanî ku h’alê li K’irkûkê qewîn nebe. R’ûê qewimandinên sîyasî û pirsên başqeda pêşda dengdayîn bi du salava hatibû paşdaêxistinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button