H’emû nûçeSereke

Şanda înstîtûta komarparêzên navneteweyî wê li Ermenîstanê çavdêrîya hilbijartinên parlamêntîyê bike

Şanda çavdêrên înstîtûta komarparêzên navneteweyî  ji 3 a heta 8 ê hezîranê li Ermenîstanê be da ku hilbijartinên parlamêntîyê yên ku wê  7 ê hezîranê bên lidarxistin, bişopînin.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê,  derheqa wê yekêda di daxuyanîya têkildar ya ku ji  alîyê rêxistinê ve hatîye weşandin, hatîye gotin.

Tê destnîşankirin ku şanda bi serokatîya Pîtêr Roskam, serokê fonda neteweyî ya dêmokrasyê, endamê berê yê meclîsa nûneran ya Dewletên Yekbûyî,3 ê hezîranê hatîye Yêrêvanê da ku tevlî çavdêrên demdirêj yên IRI bibe û bi gelek alîyên eleqedar re, di nav de rayedarên hilbijartinê, partîyên sîyasî yên desthilatdar û opozîsyonê, kesayetên civaka sîvîl, rojnamevan, mîsyonên dîplomatîk û sazîyên hukumetê yên ku di rêxistin û birêvebirina hilbijartinan de beşdar in, bicive.

Pîtêr Roskam destnîşan kirîye ku hilbijartinên Ermenîstanê di kêlîyeke girîng de ji bo pêşeroja dêmokratîk ya welêt tên. “Encamên hilbijartinan ne tenê wê nêzîkatîya Ermenîstanê ya li hember pirsgirêkên aborî û ewlehîyê û têkilîyên bi hevkarên herêmî û navneteweyî re şekil bide, lê di heman demê de wê encamên demdirêj li ser bawerîya raya giştî bi pêvajoya hilbijartinê jî hebin”,- ewî destnîşan kirîye.

Tê payîn ku mîsyon encamên xwe yên pêşîn yên li ser hilbijartinan  8 ê hezîranê li civîna çapemenîyê li Yêrêvanê  raber bike.

Daxuyanîya rêxistinê de hatîye gotin ku encam û pêşnîyarên destpêkê wê li ser nirxandina pêş hilbijartinê ya ku ji  alîyê IRI ve  meha nîsanê de hatîye kirin bin ku şert û mercên ji bo hilbijartina pêbawer berîya dengdana 7 ê hezîranê nirxandîye. Raporta dawî ya mîsyonê, ku wê nirxandineke bêalî ya kalîte û yekparçeya pêvajoya hilbijartinê, tevî encam û pêşnîyarên têmatîk yên li ser rêxistina serdema pêşhilbijartinê û roja hilbijartinê, peyda bike, wê di heftîyên piştî hilbijartinan de bê weşandin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button