Sîyasî

Wezîrê ŞAY-yî p’arastinê careke mayîn e’şaretî daye T’irk’îyaê…

Wezîrê ŞAY-yî p’arastinê Mark Êspêr şeşê t’ebaxê careke mayîn e’şaretî daye T’irk’îyaê, ku gavên êrîşkirinê, yên dijî K’urdistana Sûrîyaê nevêje. “Em h’esab dikin,wekî gavên wî cûr’eîye yekalî wê yên qebûlkirinê nîbin”,-Êspêr wextê seredana li Yaponîyaê gotîye r’ojne’mevana. “Em wê yekê dikin, ku êrîşa yekalî bidine sekinandinê, çimkî ew yek dikare berjewandîyên t’omerî, yên ŞAY, T’irk’îyaê û qewatên Sûrîaêye Dêmokratîke hindava Sûrîya Bakûr t’evî hev bike”,- serk’arê Pêntagonê gotîye.Ev e’lametî peyî wê yekêr’a hate bihîstinê,wextê ku Waşîngton û Enqere wextê êtapa hevr’axeberdanaye bi sirê, hevr’a qayîl nebûn. T’irk’îya dixweze, ku hêzên p’arastina gel ji wê neh’îyê derk’evin.Wezîrê amêrîkî jî gotîye,wekî welatê wî wê qewatên Sûrîyaêye Dêmokratîk bip’arêze û ner’ih’etî e’lam kirîye,wekî opêrasîona T’irk’îyaêye leşkerî dikare h’ukumî li ser şer’k’arîya dijî DAÎŞ-ê bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button