Sîyasî
Dêlêgasîya partîya Dêmokrasîya Gelaye derecebilind wê her’e Hewilêrê
Dêlêgasîya partîya k’urdaye Dêmokrasîya gelaye derecebilind têr’a divine h’etanî dawîya vê h’evtê her’e Hewlêrê, ku r’asthatinên t’evî nevsên k’urde derecebilind derbazkin.Wek’îlê partîyaêyî li K’urdistanê Abîd Aykê derheqa wê seredanêda îzbat kirîye û gotîye, wekî serk’arîya dêlêgasîyaê wê bike sedirê partîyayê Sêzayêm T’emelî.Dêlêgasîyaê pêşda r’astî serokê K’urdistanê û serekwezîrê K’urdistanê bê bona ku sazkirina kabînêta nû û hilbijartinên serokên t’ezebijartî pîrozke. Paşê ewê r’asthatinên cuda t’evî partîyaên sîyasî derbazkin.