Cîhan

Fîlma derheqa şorişa e’dile li Ermenîstanê li Torontoyê r’ewa stendîye

Fîlma bi sernavê “Ez t’enê nînim” wextê fêstîvala sînêmaêye li Torontoyê layîqî r’ewayê bûye. Derheqa wê yekêda serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan nava r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda nivîsîye. Fîlm ya dokûmêntale û şorişa e’dile sala 2O18-ye li Ermenîstanê r’aber dike. Prodyûsêrê fîlmê sazbendê e’yan Sêrj T’ankyane, k’îjanêda hevp’eywînên t’evî Nîkol P’aşînyan, kevanîya wî Anna Hakobyanê, serokê polîsîyaê Valêrî Osîpyan, dengbêj Sêrj T’ankayn û gelekên mayîn hatine r’aberkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button