CîhanSereke

Serekwezîrê Ermenîstanê wê bi seredana xebatêva her’e ŞAY

Serekwezîrê Ermenîstnê Nîkol P’aşînyan wê  21-ê îlonê bi seredana xebatêva her’e ŞAY. Çawa ku hatîye r’agîhandinê seredana Nîkol P’aşînyan wê ji Los Ancêlêsê destpêbe. 22-ê îlonê serekwezîrê t’evî mîtînga li merk’eza Los Ancêlêsêbe, li k’îderê ewê bi xeberdan pêşda bê. P’aşînyanê usa jî r’asthatina t’evî seroketîya Kalîfornîyaê û Los Ancêlêsê, wek’îlên dîyaspora ermenîyaye r’uh’anî û mecalên prêsayê derbazke.Civîna bîznêsê têr’a tê dîtinê, t’evî k’îjanê wê bibin wek’îlên doranên bîznêsê. Ji los Ancêlêsê P’aşînyanê her’e San Hozê, li k’îderê ewê r’astî hevaltîyên têxnologîyaên bilind û p’êşekzanên ermenî bê. Paşê li Nyû York’ê ewê t’evî xebatên civîna asamblêya Organîzeya Net’ewên Yekbûyî bibe û wê bi xeberdan pêşda bê. R’asthatina Nîkol P’aşînyane t’evî k’atibê organîzeyêyî sereke Antonîo Gûtêrêş û cêrge r’asthatinên dualî têr’a tên dîtinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button