H’emû nûçe

Em gerekê qewata nû bidine şer’k’arîya dijî r’uşetxwerinê

Bi serk’arîya Nîkol P’aşînyanê serekwezîr li h’ukumatê şêwirdarî derbaz bûye.Hatîye r’agîhandinê,wekî Nîkol P’aşînyan daye dîyakirinê, ku gerekê qewata nû bidine şer’k’arîya dijî r’uşetxwerinê: “Ew yek tiştekî girîne ne t’enê bona  eşkerekirina xirabk’arîyên r’uşetxwerinêye berê, lê usa jî eger em nava vê pirsêda prînsîpîyal nîbin, wî çaxî ew xirabk’arî dikarin paşda veger’in”. Serekwezîr gotîye,wekî lazime ku zyana gîhandine cime’tê bidine dasekinandinê. Nîkol P’aşînyan usa jî gotîye,wekî şer’k’arîya dijî r’uşetxwerinê gerekê usa bê t’eşkîlkirinê,wekî ew yek ji alîyê merivên başqeda çawa r’êprêsîya neyê qebûlkirinê, bona ku îmîca Ermenîstanêye Dêmokratîk zyanê nek’eve.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button