Civak

Parlamênta Ermenîstanê k’oma dostîyê t’evî parlamênta Sîngapûrê saz dike

Ermenîstan h’ewask’are, ku p’êwendîyên di navbera  parlamêntên Ermenîstanê û Sîngapûrêda k’ûrbin û li parlamênta Ermenîstanê ew şuxulk’arî destpê bûye, ku k’oma dostîyê sazkin. Derheqa wê yekêda serokê parlamênta Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan wextê r’asthatina t’evî dêlêgasîya bi serk’arîya serekwezîrê Sîngapûrê gotîye.Serekwezîrê Sîngapûrê Lî Syên Lûn e’lam kirîye,wekî qayîlnivîsara t’evî Yektîya Avrasîyaêye êkonomîkî û ya derheqa k’ir’în-frotana azada wê alî pêşk’eftina heleqetîya bikin. “Em dixwezin heleqetîyên dîplomatîye t’evî parlamênta Ermenîstanê bidine k’ûrkirinê, û emê k’oma parlamêntîyêye dostîyê sazkin”,-Lî Syên Lûn gotîye.Serekwezîrê Sîngapûrê  r’eqemên derheqa tûrîzmên welatê xweda r’aberî serokê parlamênta Ermenîstanê kirîye û gotîye,wekî bona pêşxistina wê govekê potênsîyala mezin heye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button