Aborî

Bîznêsa Polonîyaê bona hevk’arîya t’evî K’urdistanê h’ewask’are

Çend kampanîyaên Polonîye ji sêktorên cuda-cuda li Hewlêrêne, bona ku p’êwendîyên êkonomîkîye berfire lêk’olînkin. Bi t’eglîfkirina h’ukumata Herêma K’urdistanê 12 wek’îlên kampanîyaên Polonîyaê li Hewlêrê t’evî e’ydbazara navnet’ewî bûne, ya ku 29-ê îlonê ji alîê serekwezîrê K’urdistanê Me’srûr Barzanîda hatibû vekirinê.Xebatk’ara wezîreta Polonîyaêye senaya xurek û têxnologîya Danûta Soyka Ancêrskayê gotîye,wekî wek’îlên govekên cuda-cuda hatine K’urdistanê bona ku p’êwendîyên t’evî hevaltîyên k’urda îzbatkin.Ewê daye zelalkirinê,wekî ew hîvîyêne, ku bîznêsmênên k’urd jî wê her’ine Polonîyaê û wê zûtirekê p’êwendîya îzbatkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button