SerekeSîyasî

H’ukumata Herêma K’urdistanê h’emû tiştî dike ku k’urda qebûlke

H’ukumata Herêma K’urdistanê h’emû tiştî dike, bona ku k’urdên ji  neh’îyên  Sûrîyaê dir’evin, qebûlke. Em bêjin,wekî r’oja çarşemê eskerê t’ika t’evî t’ifaqdarên xweye ji opozîsîya Sûrîyaê sînorê Sûrîya bakûr t’er’ibandine, û êrîş destpêkirine. Serokê qeza Dihokê Ferhat Atrûşî gotîye,wekî h’emû beşên h’ukumata herêmêr’a hatîye e’mirkirinê, ku h’emû tişt hazirbin, eger k’urdên Sûrîyayê malên xwe bihêlin û derbazî Herêma K’urdistanêbin. Atrûşî daye zelalkirinê,wekî ev e’mirkirin ji alîyê serekwezîr Me’srûr Barzanî hatîye kirinê, yê ku bang kirîye, ku piştgirîyê bidine wan meriva, yên ku  bên K’urdistanê. Bi gotina Atrûşî bona cîwarkirina sê h’ezar merivî îdî cî hatine hazirkirinê. Li Dihokê nêzîkî 5OO h’ezar mihacirên îraqî, 95 h’ezar mihacirên ji Sûrîyaê hene, yên ku r’ûê êrîşên DAÎŞ-da li wirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button