SerekeSîyasî

Almanîya:xweafûkirina t’irkaye bona êrîşa li ser k’urda h’îm t’une

Almanîya nava wê kirinêda afûkirinê nabîne,wekî T’irk’îyaê dijî k’urdên Sûrîyaê êrîşa leşkerî destpê kirîye. Derheqa wê yekêda wek’îlê wezîreta Almanîyaêye k’arên der gotîye. “Anegorî h’alê niha, em nikarin fe’m bikin, ku h’alê li Sûrîyaê pêşdahatî li k’îderê întêrvênsîya leşkerî diqewime, ew yek bê afûkirinê”,-wextê press-konfêransê k’atibê wezîretêyî prêssayaê gotîye.Çarşema derbazbûyî dewleta T’irk’îyaê û  t’ifaqdarên Sûrîyaêye îslamîst opêrasîyona li ser e’rdê û hewê dijî qewatên k’urdaye li Sûrîyaê destpê kirine. Nava encamên wê yekêda îdî gelek binelîyên sîvîl hatine kuştinê û gelek birîndar bûne.Şêwira Yektîya Avropayê îdî bi e’lametîyêva pêşda hatîye û ew kirina T’irk’îyaê gunek’ar kirîye, bang kirîye, ku lez eskerên t’irka ji wê neh’îyê bidine derxistinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button