Sîyasî

Nîkol P’aşînyan wê bi seredana r’esmî her’e Fêdêrasîya R’ûsîyaê

Nîveka  sala 2O2O-ye e’wlin Nîkol P’aşînyanê serekwezîr  wê bi seredana r’esmî h’ere R’ûsîyaê.Derheqa wê yekêda ewî wextê h’evp’eyvîna t’evî r’ojne’ma “Komêrsart”-ê gotîye.Serekwezîrê Ermenîstanê daye k’ivşê,wekî t’evî serokê R’ûsîyaê Vladîmîr Pûtîn t’eglîfkirin hatine p’evguhar’tine.“Em p’evk’etin wekî  berê e’wlin ezê bi seredana r’esmî li R’ûsîyaê biqesidim, paşê ewê bê Ermenîstanê”,-Nîkol P’aşînyan gotîye. Seredana Vladîmîr Pûtîne li Ermenîstanê nîveka mayîne duda  têr’a hatîye dîtinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button