Civak
Arayîk Harût’yûnyan:mi’aşa mamosta wê careke mayîn bilindbe

Mi’aşa mamosta wê careke mayîn bilindbe.Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî ulm, p’erwerdê, çandê û sportê Arayîk Harût’yûnyan r’ûp’elê xweyî fêysbûêda nivîsîye. “Cara e’wlin bi dereca dewletê mi’aşa mamostaye here nimiz wê 1O8 h’ezar dirambe.T’u mamostek wê ji wê derecê kêmtir mi’aşê nestîne”,-wezîr nivîsîye.Bi gotina wî h’emû tişt wê bê kirinê,wekî ev şuxulk’arî berdewambe.Em bîr bînin,wekî li civîna h’ukumatêye pêncê îlonê hatibû qirarkirinê, ku mi’aşa mamosta wê bi deh selefava zêdebe.