Civak
P’aşînyan û Mêdvêdêv şuxulk’arîya mîyaserkirina p’evk’etinên destanî gotûbêj kirine
Serekwezîrê K’omara Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan bi têlêfonê t’evî serokê h’ukumata Fêdêrasîya R’ûsîyaê Dîmîtrî Mêdvêdêv axivîye.Çawa ku hatîye r’agîhandinê, şuxulk’arîya mîyasekirina p’evk’etinên wextê r’asthatina 25-ê cotmehêye li Moskvaê destanî, hatine gotûbêjkirinê. R’ojeveda fikir derheqa pirsên heleqetîyên ermenîya-r’ûsaye dualîda hatine p’evguhar’tinê.