Cîhan

ŞAY nava pirsa pêşxistina hevk’arîya t’evî Ermenîstanê h’ewask’are

Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan bayloza ŞAY-ye li Ermenîstanê Lîn T’rêysî qebûl kirîye, r’êberîya k’îjanê kirine serk’ara ofîsa wek’îltîya k’atibtîya dewletêye li Kavkazê û r’êgîonê Şêrîl Fêrnandês, serk’ara mîsîya ŞAY-ye li Ermenîstanê Dêbora Grîzêr û cêrge nevsên mayîn. Serekwezîr berê e’wlin bona naskirina k’omkujîya Ermenîye ji alîyê Kongrêsa ŞAY-da r’azalixî e’lam kirîye û daye dîyarkirinê,wekî qebûlkirina wê r’êzolyûsîyaê gaveke girînge nava heqîtîya dîrokêda, ya bona t’emamîya cime’ta ermenî û peyîhatîyên ku k’omkujîya Ermenî dîtine.Bi xeberdana derheqa hevk’arîya Ermenîstanê û ŞAY-da, Nîkol P’aşînyan gotîye,wekî h’ukumata Ermenîstanê r’ojeva werguhastinên dêmokratîk mîyaser dike û li ser wê yekê sekinîye, ku wana mîyaserke.Ewî gotîye,wekî piştgirîya ŞAY wê alî mîyaserkirina wan bike.Bayloza ŞAY gotîye, wekî welatê wê jî h’ewask’are ku t’evî Ermenîstanê hevk’arîyê zêde bidine pêşxistinê.Ewê daye dîyarkirinê,wekî nava doranên hevk’arîyêda piştgirîya ŞAY-ye himberî sala par bi 4O selefîva zêde bûye û pêşinyar kirîye, ku wê yekê bona pêşxistina dêmokratîyaê û êkonomîkayê bidine xebatê.Wek’îla k’atibtîya ŞAY-ye dewletêye li Kavkazê Şêrîl Fêrnandêsê jî gotîye: “H’ukumata ŞAY piştgirîyê dide werguhastinên Ermenîstanêye dêmokratîk û êkonomîkî, r’ojeva dijî r’uşetxwerinê û bêqezîyabûna r’êgîyonê”. Pirsên derheqa hevk’arîya dualîda hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button